Newroz Ehmed: Heke em li kêleka şervanên xwe bisekinin em dikarin azadiya xwe bi dest bixin

Newroz Ehmed li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker, xetereya çeteyên DAIŞ’ê û ambargoya hikumeta Şamê axivî û ev bang kir; “Em bi hev re li kêleka şervan û zarokên xwe yên qehreman bisekinin, dikarin azadiya xwe bi dest bixin û jiyana wekhev û azad ava bikin.”

Newroz Ehmed: Heke em li kêleka şervanên xwe bisekinin em dikarin azadiya xwe bi dest bixin
28 nîsan, 2022   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed ji Radyo Rojava re axivî. Hevpeyvîna li gel Newroz Ehmed wiha ye:

Piştî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber dewam kirin, lê di rojên dawîn de êrişên bejahî û hewayî zêdetir kirin. Sedemên van êrişên ku di vê pêvajoyê de têne kirin, çi ne?

Dewleta Tirk ti carî êrişên xwe li ser heremê neda sekinandin. Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî hîn zêdetir êriş hatin kirin. Taybet wan demên dawî de, tiştê balkêş ew bû ku êriş hîn zêdetir bûn. Jixwe rojane li ser xetên eniyên şer ên li ser heremên sînorê û heremên hatina dagirkirin bi taybet xeta Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê, wan herêman de êrişên xwe pêş dixin û bombebaran her berdewam dike. Dîsa li Şehbayê êrişên dagirkeriyê berdevam dikin. Yanî êriş bi avayekî rojane ne. Bi rastî mirov dikare bibêje ku hijmarên bêhed berdewam dike. Taybet şerê ku di navbera Rûsya û Ukraynayê şûnde, dewleta Tirk ew şer ji xwe re wek derfetekê dît û bi balafirên bêmirov li ser heremên me êriş zêde kirin.

Di demên dawî de mijarêke balkeş û metirsiyan hîn bêtir lê zêde bûye ew e ku tenê di meha Nîsanê de 12 caran êrişên balafirên bêmirov pêk hatine. Di wan êrişan de kesên sivîl hatin hedefgirtin, di nav bajaran de êriş hatin kirin, malên sivîlan ku li Qamişlo û Kobanê hatin hedefgirtin. Li Til Temir û Zirganê hate hedefgirtin. Hertim ji wan êrişên xwe wekî rewa bide diyarkirin, hincetên wan ew bû ku hêzên leşkerî ne, hêzên QSD’ê ne û di nav amadekariya êrişan de ne hatine hedefkirin. Jixwe dema em li bîlançoya mehên dawîn binêerin, pir bi awayekî zelal derdikeve holê ku ti alaqadarê xwe bi rastî nîne.

 Her wiha tiştên ku dewleta Tirk dibêje “li heremên sînor de ne” li ku derê wan heremên sînor e.  Heta niha li Kobanê çi êriş ku li ser dewleta Tirk pêş ketiye? Dîsa li Qamişlo çi êriş li ser dewleta Tirk hatiye pêş xistin? Wek gefekê dide diyarkirin. Ger di destên wan de belge hebe dikare derxîne holê. Wê demê bersivên pêwîst em dikarin bidin. Yanî xetên wan bajaran de çi êriş hate pêşxistin? Li Dêrikê çi êriş li ser wan hate pêşxistin ku malên sivîlan hate hedefgirtin. Jixwe dewleta Tirk jî dibêje, “ew Kurd in, cudabûyîn dixwazin, li ser sînorên me gef in.” Em dizanin ku li heremên me kesên ku birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan, însanên sivîl in yên pêkatiyên Ereb. Her wiha di demên dawî de taybet li herêma Til Temir ên pekatiyên Suryanî û Xiristiyan zêdetir hatin hedefgirtin. Ew jî tiştekî balkeş e. Ne tenê xelkên Kurd, xelkên ku li wî heremê jiyan dikin bi tevahî di bin gefan de ne. Ew rastiyan hemû derewê dewleta Tirk derdixîne holê. Yanî wan êrişên ku pêk hatine, li ku hatine û bi çi awayî pêk hatiye, ji xwe gelek ji wan di nava hundirê heremên me de, gelek ji wan 20 kîlometre dûrî xetên cepheyê ku cihê lê têkîliyê de ne.

 Herî dûr em dikarin bêjin 10-15 kîlometre dûrî xetên cepheyê bûn, êriş hate kirin. Gûndewarên Hesekê hate hedefkirin. Li Kobanê ji Şervanên me yê YPJ’ê hedef girtin û hevalên me şehîd xistin. Ew tiştan tevahî wê rastiyê dide nîşandan. Bi rastî ew êrişan ne li xetên sînor hatin pêkanîn. Mînak Dewleta Tirk ew tiştan dike hincet ku li ser wî tiştî êrişên xwe hîn zêde dike. Jixwe êriş pêk tînin lê êrişên xwe wek rewa didin nişandan. Li ser wê yekê di nav bajarê Kobanê hate hedefkirin. Xelkên sivîl li wir hate birîndarkirin. Herkes tê hedefgirtin. Dîsa hêzên me yên leşkerî, wekî ku tê gotin şervanên me tê hedefkirin de yên diçin serî didin malbatên xwe, şervanên ku wî gelî diparêze zarokên wan malbatan in. Ew jî derewên dewleta Tirk dide diyarkirin. Wan êrişan bi bîlançoyêk me tevahî dan diyarkirin. Çend kesên sivîl in, çend şervanên me ne, yên jiyana xwe ji dest dane, yên birîndar bûne, tiştên ku me ji raya giştî veşartiye nîne. wan dema wî kengî pêş ketiye me tevahî parve kirine. Li ser bingehê wî mirov dikare wiha binirxîne.

Yekemîn; armanca dewleta Tirk hedefgirtina tevahî xelkên heremê ye. Hemû pêkatiyên gel ku li vir jiyan dikin e. Taybet ew projeya rêveberiya xweser ya hemû gelan, ya Netewa Demokratîk hemû gelan bi hev re jiyan kirin. Li vir de ew xistin hedefê. Ew tiştan jî wekî hincet dan diyarkirin ku esas ew tiştana wekî fitne bixin nav gelên heremê wiha kirin. Jixwe kî hedef digire kî hedef nagirin xelkên heremê wan tiştan dibînin. Rojane Ereb û Xirîstiyan û hemû pêkhate tên hedefgirtin. Ji bo wî tevahî gelên heremê tên hedefgirtin. Bi wan êrişan dixwaze xelkên heremê bitirsîne, ji bo ku gûndewarên xwe û cihê xwe berdin, koçberî hîn bêtir zêdetir bibe. Rewşa heremê tê zanîn. Çiqas nava zor û zehmetiyan de derbas dibin,  berê heremên wan hatine dagirkirin û li wê heremê jiyan dikin, debara jiyana xwe pir bi zehmet dikin. Dîsa jî ji zilm û êrişên dewleta Tirk xelas nabin. Esas armancê wan wiha ye.

Ya duyemîn, di wan demên dawî de ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûn. Lehûrbûna şervanên me li ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê vala derxistinê bû. Dewletên Tirk ku êrişên xwe li ser şervanên me û malbatan wan pêk tîne, lehûrbûnên şervanên me ku esasî ew komên çete em bikaribin dawî kirinê de, asteng dike.  Armanca wan a duyemîn ew e. Taybet şervanên me yê YPJ’ê ku şehîd ketin, em bi mînetdarî bibîr tînin. Bejna xwe li ber wan ditewînin. Taybet heval Delal, heval Ronahî û hevalên me yê ku demdirêje di nava bersxwedaniyê de cihê xwe girtin û bedêlên giran dan. Di şerê Kobanê, Şehba, Efrîn, Minbic, Helebê û pêvajoyên derbasbûyî ya Rojava de cihê xwe girtin û bedelên giran dabûn. Hevalên ku birîndar mabûn di nava wê şerê de. Pir bi zanebûn hedef girtin. Dixwazin çavên gelê heremê bitirsînin. Çavên şervanên me bitirsîne. Têkoşîna şervanên me paş da bihêle. Lê helbet nikarin vê yekê bikin. Helwesta gelê me û şervanên me da diyarkirin û li hemberê wê êrişan de helwest pir zelal bû. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li hember wan êrişan em bêbersiv namînin. Ne bese ku heremên me dagir kirin, êrişên xwe jî zêdetir dikin. Dê ew êriş bêbersiv nemîne.

Dewleta Tirk a dagirker dem bi dem nûçeyên wekî 'me ew qas şervanên QSD`ê îmha kirine' di medyaya xwe de diweşîne. Bi belavkirina nûçeyên bi vî rengî dixwazin çi bikin?

Em ji gelê me yê heremê re dibêjin, ji ber ku dewleta tirk bi êrişê ku pêş dixîne armanca ku dixwaze nagire. Li kêleka wan êrişan ku rojane pêk tîne, şerekî taybet ên derûnî di wî milê de pir xurt bi kar tîne. Em dizanin ku dewleta Tirk wî milê de pir pispor bûye. Pir bi awayekî zêde wiha bi kar tînin û agahiyên ne rast bikar tînin. Ji bo wê jî em bi wê wesîleyê ji gelên xwe re viya dibêjin, agahiyên ku malperê me parve dikin, divê ew were esasgirtin. rojane dewleta Tirk tiştên ku dibêje, jixwe em bersivê dibêjin. Bi rastî ewqas derewan dikin ku em nagihêjin bersiv bidin. Ew jixwe re kiriye rêbazekî şerê taybet û bi awayekî pir sîstematîk bi kar tînin. Lê wana hemû jî yek alaqadariya rastî jî nînin. Agahiyên ku fermî çi hebe em ji gelên xwe venaşêrin. Lê bi rastî em dizanin gelek kes jî wiha dibêjin, dewleta Tirk wiha gotiye. Em dinerin ku ew tiştan esas digirin. Çima? Dewleta Tirk ewqas fermî ye. dewleteke mezin e. Lê demên dawî de em pir dibînin. Çiqasî li hemberê hêzên me tengav dibin, dest diavêjin wan rêbazên qirêj ên ne rast. Wiha bi kar tînin. Bi rastî tiştên ku em parve dikin, ragihandinê me bila bişopînin û me esas bigirin.

Piştî êrişan DAIŞ`ê careke din nîşan da ku ji bo tevahiya cîhanê xetereyeke mezin e. Ji bo ku ev xetere mezintir nebe we çi tedbîr girtine?

Raste, êrişa ku li ser zindana Sînaa pir mezin bû, vê da diyarkirin ku DAIŞ xwe bi rêxistin kiriye, gelek deverên din ku li wir bi hêz e ji wir feydya xwe digire û êrişên xwe li ser herêmên me zêdetir dike Herî zêde, herêmên ku li wir tê birêxistinkirin herêmên di bin dagirkiriyê de ne û îsbat û belge di dest me de hene. Berpirsiyarê van çeteyan di nava herêmên di bin dagirkerîyê de dimînin. Di dema DAIŞ`ê êriş bir ser zindana Sînaa û xwest bi hezaran çete berde, dagirkeriya Tirk êrişî herêmên me dikir, hevkarî û desteka Dagirkeriya Tirkiyê ji bo DAIŞ`ê diyar e. Tam di demekê de ku hêzên me seferber bûn, dagirkeriyê êrişên xwe zêde kirin, û hêzên me mijûl kirin. Piştî êrişa li ser zindanê şikestin, vê dema dawî vê meha pîroz wek wesîleyekî ku hîn bêhtir ku êrişên xwe zêde bikin û ji bo tolgirtinê seferberî li dijî hêzên me ragihandin, ji ber ku yên li hemberî DAIŞ`ê şer kirin hêzên me bûn. Agahiyên wiha jî hene ku Kampa Holê ku tê de ewqas malbatên çeteyan û gelek sivîl jiyan dikin

Demekê piştî êrişa li ser zindanê têk neha gelek planên nû li dijî hin girtîgehên nû û kampa holê tên kirin, hemî hêzên me jî seferber in da ku van planan vala derxin. Em vê bi hêzên derve ve jî parve dikin ku div em hemî bi hev re biparêzin û vî barî rakin.

Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî hewldanên we di çi astê de ne?

Me berê jî dabû xuyakirin ku rizgarkirina van herêman wek erkekî sereke li ser milê me ye, ji ber ku heya ev jerên neyên rizgarkirin wê êriş her zêdetir bin û xelkê me hîn di rewşên zehmet re derbas bibin. Ji ber wê xebatên me ji bo rizgarkirina van herêman dewam dikin û hêzên me di nava haziriyê de ne. Li aliyekî din ambargo li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehba her weha dîwar di navbera Şengal û Rojava tê lêkirin, di heman demê de di 17`ê Nîsanê de dagirkeriya Tirk bi alîkariya PDK dest bi êrişeke berfireh li ser Başûrê Kurdistanê kir û tayber li ser çiyayên Kurdistanê, nirxandina me ji bo vê mijarê planên dagirkeiya tirk li ser gelê kurd yek armanc ne tenê li Rojava, lê li her derê kurd tên hedefgirtin. Ji bo hikûmeta herêmê neha wekî hevkarî û dost dide diyarkirin, lê belê nêzîkatiyê ku di di salên berê de me hîna ji bîr nekirine, hedef ne tenê hêzeke kurd e lê belê hedef hemî kurdin û xwesteka dagirkeriya tirk ku xeyalên osmanî vegerîne û erdoxan ji bo vê yekê pir tekoşîn dike û tim bi buhaneya gelek heremên irqa girtine û zextê li ser hikûmeta iraqê jî dike. Ev yek jî tehdîde ji bo gelê ereb jî gelê kurd em di vê baweriyê de ne ku nebine sedema şerekî kurdan û navxweyî û gereke em ji vê siyaseta qirkirinê re nebine amûr û em divê hişyar bin. Banga me ji bo kurd di vî warî de nebin desteke wekî ku neha dike. Hêzên me wekî QSD li beramberî her xeteriyekê li ber xwe dide. Hewldanên Iraqê ku niha dixwaze Şengalê bê îrade bibe divê Iraw civaka êzidî jî wek parçekî ji Iraqê bibîne û pirskirêkan bi diyalogan çareser bikin.

Ji 13 Adarê vir de rejîma Baas ambargoyekî giran daye ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêma Şehba. Her wiha dewleta Tirk a qirker jî daxuyanî dan ku wan bi îstîxbarata rejîma Sûriyê re hin danûsandinan pêk anîne. Di pêvajoyê de ev planên dagirkerî û hevkariya wan çi armanc dikin?

Van kiryarên ku liser gelê me tê kirin destwerdana mafê gelê me ye, dixwazin gelê me yê berxwedêr bi polîtîkayên wiha teslîm bigrin. Eger cudahiyê nexistana nava gelên Heleb û Şehba bi vê rengî nêz nedibûn. dixwazin di navbera gelên heremê de pêş bixe. Yanî pêdivêyên jiyanê li ser civakê qut dikin da ku îrada gelê me bişkînin. Gelê me jiber rewşa heyî û konsepta heyî debara xwe pir zor û zehmetiya berdewam dike. Di ser de jî dixwazin bi van dexta gelê me yê berxwedêr radest bigrin. Niha jî dest bi hewldanên bi vî rengî kirine da ku bingehekî nû yên dagirkerîyê re amade bikin. Faşîzma Tirk armancê xwe tenê gelê Kurd bifetisîne, ji xwe re hevalbendan çêbike û rojevê biguherîne da ku herêmê pêla dagirkeriyekî nû pêş bixe. Armancên van danûsandina jî û ambargoya rejîmê jî sedema xwe eve û van planan bi hevkarên xwe encamê bigre. Milekî de jî Dewleta Tirk a Dagirker di navxweyî de jî di qeyranekî pir mezinde derbas dibe, jiber vê dixwaze hem bi yekê re rojevê biguherîne û hem jî jibo qadên dagirkeriyê fireh bike.

Dewleta Tirk a qirker-mêtînger bê destûra hêzên navnetewî nikare destwerdana herêmê bike lê ji şerê Rûsya-Ukrayna dixwaze sûdê bigre û dagirkeriya xwe berfireh bike. Di vê pêvajoyê de wê vê şerê Rûsya-Ukrayna wê bandoreke çawa li herêmê bike?

Hem civînên ku em li derve çê dikin û hem jî ên tên heremê ziyaret dikin jî vê dibêjin divê hêzên navnetewî êrişên dagirkeriya tirk bibînin û rê nedin destwerdana dagirkeriyê. Planên dagirkeriya tirk ewe ku xewna osmaniya li heremê pêk bîne. Şerê niha ku li Ukrayna di meriyetê de ye hemû hêz pêre girêdayîne û bala wan li wê ye. Êrişên mêtîngeriya tirk kes nabîne û xuya ye naxwazin van tehdîdên tirk a bibînin û helwesta raber bikin. Em bi salaye xeterîya Daîşê jî dibêjin lê ev jî ji nedîtîve tê û pratîka gavên hêzên navnetewî dernakeve. Ne tenê nahêlin heman demê nahêlin van êriş û gefên dagirkeriyê civaka cîhanê bibîne. Gelê me liser me dextekî mezin dike û dipirsin wê ev êrişên terora dewleta tirk wê çi bibin, wê xeteriya çeteyên daîşê çawa be, çima hêzên garantoriya herêmê qaşo dikin li hember vê bêdengin û gavan navêjin. Vana ji me dikin yanî wê çawa be hem hevkariya me dikin hem jî tirk êrişê me dikin. Hun dizanin êrişa dawî ya li girtîgeha Sinaa de 121 hevalên me şehîd bûn. Jibo vê dxwaza me jî ewe ku divê hêzên navnetewî helwesta xwe li hember êrişên terora dewleta tirk zelal bikin, gavan biavêjin û xwedî li erka xwe derkevin. Her wiha jibo terora Daîşê jî gavên pêwîst biavêjin.

Ji bo gelê Kurd û gelê herêmê banga we çi ye?

Em bi gefên pir cidî re rû bi rû ne, şerê cîhanê ku pêş dikeve hêzên cîhanê dixwazin serweriya xwe berfireh bikin li heremê, taybet hêzên herêmê dixwazin ji vê şerê sûd bigrin. Li ser gelên herêmê xeteriyên mezin hene. Di serî de gelê kurd divê li hember van êriş û gefên qirkirinê li gel zarok, şervan û hêzên xwe be. Dîsa gelê herêmê jî divê li hember van planên qirkirin û parçekirinê xwedî li hêza xwe derkeve, yekîtiya xwe xurt bikin. Em bi vî rengî dikarin planên qirkirinê, çokdanînê û gelan kirina dijminê hev vala û pûç bikin. Em bi hev re li kêleka şervan û zarokên xwe yên qehreman bisekinin dikarin azadiya xwe bi dest bixin û jiyana wekhev, azad ava bikin. Yê ku hiştiye em xwedî vê jiyana pîroz, rûmet bin, azad jiyan dikin şehîdên me yên qehreman in. Di şexsê heval Dilar, heval Ronahî, heval Rojwan û hemû hevalên ku di vê pêvajoyê de şehîd bûn bi hurmet û minet bibîr tînin û em soz didin ku wê têkoşîna wan bigihîje encamê. Gelê me yê ku di vê pêvajoyê de bedel dane, koçber bûne jî em soz didin ku wê serkeftina gelê me bi derxistina dagirkeran ji xaka me emê tacîdar bikin.