ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 28-4-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 28-4-2022`YAN
27 nîsan, 2022   23:00

-Di navbera tîmên Serem û Aliyan de li stada Vedeng a li navçeya Dêrikê ya Qamişloyê maça fotbolê li dar dikeve. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navçeya Girkê Legê hemleyeke paqijiyê li dar dixe. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser li navçeya Amûdê ji sazî, meclis û komînan re civînekê li hola Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li dar dixe, ku reşnîvsa Peymana Civakî nîqaş bike. saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo daxuyaniyekê dide. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê şehîdên meha Nîsanê li Goristanê Şehîd Dijwar bi bîr tînin. saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêxê eşîra El-Neîm a li Tebqayê Ebdurehman El-Cedû piştrast kir ku armnaca lêkirina dîwar ku hikumeta Iraqê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de lê dike, dorpêçkirina Şengalê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê êrişên dewleta Tirk  û çeteyên wê yên li ser dirêjahiya eniyên şer ên li kantona Şehbayê şermezar kirin û got, "Heta rizgarkirina Efrînê û vegera li warên xwe em ê li Şehbayê li ber xwe bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-"Pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan di bilindkirina berxwedan û têkoşînê li her çar parçeyên Kurdistanê de ye". Bi van gotinan welatparêzê ji Rojava îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşînê kir da ku rêber Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê, li sewqkirina hikumeta Iraqê ji hêzên xwe re ber bi Şengalê ve, rexne kir û piştrast kir ku ev gav bi destekdayîna dewleta Tirk pêk hat ku armanca peymana 9'ê Cotmeha 2020'an pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên Kurd diyar kir ku xema PDK`ê berjewendiyên xwe pêk bîne, heta ku bi hevbeşiya dewleta Tirk a dagirker û li ser hesabê gelê Kurd be. Li ser vê yekê divê gelê Kurd li hemberî van êrişên qirkirinê yekitiya xwe ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Amûdê ya Qamişlo, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li qada Jina Azad meşeke bi erebeyan li dar dixe. Saet 20:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 -Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li nvçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li navenda navçeyê li dar dixe. Saet  10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ciwanên tev li seferberiya gitşî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Hesekê raginadibû, bûn, da zanîn ku ew amade ne berê xwe bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çandê ya herêma Cizîrê bi boneya Roja Zimanê Kurdî ku dikeve 15’ê Gulanê yekemîn pêşangeha pirtûkên kurdî li Qamişloyê vedike. Tê payîn pêşangeh 3 rojan were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke hevbeş ji jinên Reqa û Tebqayê li dar dixe. Meş ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li bajarê Reqayê tê lidarxistin. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Koordînasyona Kongra Star Eyşe Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên ji Sûriyê dagir kirine, sûcan pêk tînin û rojane zêde dibin. Ev sûc digel bêdengiya navneteweyî ya tirs de pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Di heman dema ku hilbijartina serokomariya Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê azarên aloziyan dikişîne de, dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê kiriye. Girêdayî wê serokê Foruma Almanî ya Kurdî Yûnis Behram got dewleta Tirk dixwaza serdema Osmanî vejîne.

-Dewleta Tirk hemwextî êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakur û Rojavayê Sûriyê û serdana şandeya Amerîkayê ji bo Enqerayê qada xwe ya hewayê li pêş balafirên Rûsyayê girt, ev tê çi wateyê û dê çi bibe?

ANHA