​​​​​​​Dewleta Tirk parçebûn û lawaziya Iraqê derfet digire ku Osmaniya nû vejîne

​​​​​​​Di heman dema ku hilbijartina serokomariya Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê azarên aloziyan dikişîne de, dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê kiriye. Girêdayî wê serokê Foruma Almanî ya Kurdî Yûnis Behram got dewleta Tirk dixwaza serdema Osmanî vejîne.

​​​​​​​Dewleta Tirk parçebûn û lawaziya Iraqê derfet digire ku Osmaniya nû vejîne
27 nîsan, 2022   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Di demekê de ku li Iraqê krîza avakirina hikûmeta nû tê jiyîn, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê êrişên xwe yên dagirkeriyê dewam dike.

Parlemantoya Iraqê 3 caran ji bo hilbijartina serokkomarekî nû bi binket, ji ber wê krîz kûrtir bûn. Ji ber bêyî hilbijartina serokkomar, serokwezî û hikumeta nû nayên hilbijartin.

Krîz ne tenê girêdayî hilbijartina serokkomar û parçebûna mala kurdan e, lê belê bi avakirina hikumetê ku para şîe û parçebûna mala şîe di navbera Hemahengiya Hevkarî û şepêla El-Sedrî de girêdayî ye.

Pirî caran welatên ku weke Iraqê di krîzê de dijî, dibe armanca gelek dewletên ku armanca wan dagirkerî ye. Bi wê re artêşa Tirk a dagirker bêyî ku rêz ji serweriya Iraqê re bigire, êrişî Başûrê Kurdistanê dike.

 Artêşa Tirk a dagirker ji 17 vê mehê ve piştî ku serdana serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê çêbû, dest bi êrişeke nû li ser Başûrê Krurdistanê kiriye. Dewleta Tirk a dagirker parçebûn û krîza siyasî ya li Iraqê derfet girtiye.

‛OSMANIYA NÛ ARMANCÊN DEWLETA TIRK LI IRAQÊ YE’

Der barê vê mijdarê de serokê Furoma Almanî ya Kurdî Yûnis Behram ji ajansa me re axivî û got: "Dewleta Tirk xewn dike ku serdema Osmanî careke din li herêmê vegerîne ku nêzî sedsaliya damezrandina xwe dibe. Erdogan krîz û şerên herêmê û cîhanê jî derfet digire."

Li gorî Behram, dewleta Tirk ku destek da çeteyên DAIŞ'ê li Iraq û Başûrê Kurdistanê berpirsyara wêrankirina Mûsil û Enbar e.

‛DEWLETA TIRK ARMANC DIKE BEŞEKE DIN JI KURDISTANÊ DAGIR BIKE’

Der hegê armancên dewleta Tirk ji destwerdana di dosya serokkomariya Iraqê de jî Behram got: "Ji her kesî re diyar e ku bandora dewleta Tirk di hilbijartina serokekî Kurd ji bo serokkomariya Iraqê de heye, ew dixwaze di navbera PDK'ê û YNK'ê de fitne derxe."

Behram diyar kir ku dewleta Tirk sûd ji nelihevkirina li ser avakirina hikûmeteke nîştimanî li Iraqê digire û diwaze beşeke din ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û tevlî nava xaka xwe bike.

Her wiha Behram ev tişt anî ziman: "Di peymana Lozanê de bendek heye dibêje, ji mafê Tirkiyê ye hin herêmên ku di bin sîwana dewleta Osmanî de bûn, tev li nava herêmên xwe bike. Dewleta Tirk dixwaze vê bendê bi cih bîne, herêma Başûrê Kurdistanê, Kerkûk, Mûsil û hin deverên din tev li nava Tirkiyê bike."

Serokê Furoma Almanî ya Kurdî baregehên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê jî nîşaneya vê yekê ye.

Li herêma Başûrê Kurdistanê zêdeyî 40 baregehên artêşa Tirk a dagirker hene, beşek ji wan baregehan nêzî paytexta Hewlêr û herêma Soran e. Baregaha wê ya li Başîqa jî 80 km dûrî sînorê Tirkiyê ye û 40 km li bakurê rojhilatê Mûsilê ye.

YEKITIYA HERÊMA KURDISTANÊ RÛBIRÛYÎ GEFAN E

PDK'ê bi rêya derxistina aloziya hilbijartina serokkomarê nû, hewl dide rola YNK’ê lawaz bike.

PDK'ê ku xwedî 31 kursî ye di parelamantiya Iraqê de û YNK'ê ku xwedî 17 kursî ye li ser erka serokkomariya Iraqê di nava hevrikiyê de ne.

Li gorî lihevkirinên stratejîk ên di navbera her du aliyan de, serokkomariya Iraqê para YNK'ê ye û serokê herêma Başûrê Kurdistanê para PDK'ê ye, lê PDK'ê ev lihevkirin bin pê kir.

Der barê vê nakokiyê de Yûnis Behram got: "Ev ne aloziyeke nû ye, Mam Celal Telebanî der barê dosyayên Kurdistanê de berevajî rêveberiyên nû yên li Başûrê Kurdistanê bû û ew bihinfireh bû."

Her wiha Behram got: "Li herêmên YNK'ê tevgerên Kurdistanî azad in, ji ber wê dewleta Tirk zext li PDK'ê dike ku rola YNK'ê lawaz bibe."

Li gorî Behram, dibe ku ji ber vê aloziyê, herêma Başûrê Kurdistan bibe 2 herêmên lawaz " Barzanistan û Soranistan" û dê sûdwarê yekem ji vê yekê dewleta Tirk be.

‛ÊRIŞ BI ERÊKIRINA RAYEDARÊN IRAQÊ PÊK TÊN’

Gelek aliyên siyasî yên Iraqê êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser serweriya Iraqê şermezar kirin, lê ew helwest şermok bûn, li dijî hebûna leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê tu gavên pratîk nehatine avêtin.

Serokatiya Parlemantoya Iraqê êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin û da zanîn ku binpêkirina eşkere ji Iraq û îstîqrara wê re ye.

Der barê helwesta Iraqê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker de Behram ev tişt got: "Hikûmeta Iraqê 2 parçe ye, parçeyeke Şîe ku girêdayî Îranê ye û parçeyê din Sunne û ew jî parçekirî ye, hin ji wan bi fikrê neteweperestiyê ve girêdayî ye û hin erebiyetê û her du jî bi perspektîfa dewleta Tirk tev digerin."

Behram destnîşan kir ku ev yek dihêle hikûmeta Iraqê lawaz bibe, nikaribe serweriya xwe biparêze, ji ber wê serweriya Iraqê di bazarên dolar û holên Enqera û Senbolê de tê firotin.

Serokê Furoma Almanî ya Kurdî Yûnis Behram di dawiyê de got, êrişên berdewam ên artêşa Tirk a dagirker bi hinceta tesfiyekirina PKK'ê bi erêkirina hikûmeta Iraqê pêk tên.

(şt)

ANHA