Qeladizê li dijî êrişan li ser piyan bû

Welatiyên Qeladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û êrişên wê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin.

Qeladizê li dijî êrişan li ser piyan bû
27 nîsan, 2022   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Qeladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û êrişên wê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin. Herwiha bang YNK kirin.

Li bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê xwepêşand pêk hat.

Xwepêşandanê li nav bazarê destpê kir û li Parka Qeladizê bi dawî bû.

Di xwepêşandanê de Şîlan Omer daxuyanî xwend. Di daxwuyaniyê hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi hîncetên bêbingeh êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê berdewam dike û kirine qada şer û wiha tê gotin: “Divê gel, rêxistin û grûbên siyasî vê rastiyê bizanibin ku niha plangeriyek metirsîdar li ser tevahiya destkeftiyên gelê me heye. Dewleta Tirk jêre serkêşiyê dike û hêzek kirêkirî û beşek ji welatên cîhanê hevkariya wê dikin. Lewma pêwîste li dijî derkevîn.”

Di berdewama daxuyaniyê de tê diyarkirin ku tenê yekhelwestî û yekgirtiya gelê Kurd û tevahiya hêzên Kurd dikare gelê Kurd li hemberî dagirkeran bibe serkeftinê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên pêşmerge û tevahiya gel û kesayetên azadîxwa hate kirin bibin xwedî helwestin û erka xwe ya nîştimanî li hemberî dagirkerên Kurdistanê bi cih bînin û piştgiriyê bidin gerîla.