​​​​​​​Madeyên nû ji bo reşnivîsa Peymana Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşniyarkirin

Beşdarên civîna bi Komîteya Sazkirina Peyamana Civakî re îşaret bi girîngiya zêdekirina madeyekê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir. Her wiha hin pêşniyarên din têkildarî nûnertiya jinê, aborî û guhertina hin têgeh û navan, hatin kirin.

​​​​​​​Madeyên nû ji bo reşnivîsa Peymana Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşniyarkirin
​​​​​​​Madeyên nû ji bo reşnivîsa Peymana Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşniyarkirin
​​​​​​​Madeyên nû ji bo reşnivîsa Peymana Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşniyarkirin
​​​​​​​Madeyên nû ji bo reşnivîsa Peymana Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşniyarkirin
​​​​​​​Madeyên nû ji bo reşnivîsa Peymana Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşniyarkirin
27 nîsan, 2022   15:02
HESEKÊ

Îro Komîteya Sazkirina Peyamana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Dirbêsiyê bi beşên cuda yên civakê re civiya û bend û madeyên reşnivîsa peymana civakî nîqaş kir. Di civînê de gelek pêşniyar ji aliyê beşdaran ve hatin kirin.

Ev civîna 4`emîn a komîteyê ye ku li kantona Hesekê bi mecils û saziyan re tê lidarxistin. Armanc ji civînê nîqaşkirina reşnivîsa peymana civakî ye beriya ku ji aliyê meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were erêkirin.

Hevserokên meclis, şaredariyên navçeya Dirbêsiyê û bajarokên girêdayî wê, hevserokên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser li navçeyê û hevserokê komînan, beşdarî civînê bûn.

Her wiha endamên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî Ilham Metlî, Ekrem Hiso, Sabit El-Cewher beşdarî civînê bûn. Di civînê de destpêka reşnivîsa peymanê hate xwendin ku hê jî tê serastkirin û guhertin.

Piştî ku her madeyek bi tenê hat xwendin, hin pêşniyar hatin kirin. Nêrînên beşdaran li ser madeya ku banga rizgarkirina herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji hev cuda bûn, her wiha li ser madya 25`an a têkildarî parastinê û guhertina meclisên sivîl bo desteyan.

Her wiha ji pêşniyarên ku hatin kirin ku girîngiyê bi awayekî zêdetir bidin jin û nûnertiya wê di civakê de, avêtina gavan ber bi danîna madeyên taybet bi geşkirina çandinî li herêmê, li kêleka wê madeya 59`an ku behsa veberhênanên projeyên giştî û taybet dike.

Li gorî endamê Komîteya Sazkirina Peymana Civakî Ekrem Hiso, pêşniyarên girîng li gel xwe qeyd kir da ku di demên pêş de pêşkêşî Komîteya Sazkirina Peymana Civakî Ya Berfireh bikin.

Ekrem Hiso her wiha destnîşan kir ku armanc ji van civînan ku reşnivîsê bi beşeke mezin ji civakê re nîqaş bikin û ev jî piştî ku reşnivîs li sazî û meclisên Rêveberiya Xweser hate belavkirin, beşeke mezintir ji pêşniyar û nêrînan bigrin da ku bi komîteya berfireh re nîqaş bikin beriya ku ji aliyê meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were erêkirin.

(bx)

ANHA