Kongra Star li Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kir

Kongra Star li bajarê Hesekê êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê, şermezar kir.

Kongra Star li Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kir
27 nîsan, 2022   14:14
HESEKÊ

Kongra Star a bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk bi beşdarbûna PDK`ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li navenda Kongra Star a taxa Merşo ya Hesekê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Lîlav Hisên ve hat xwendin û bi dehan endamên Kongra Star û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de li ser xeteriya dîrokî ku rastî gelê Kurd tê, hişyarî da. Her wiha got avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de ji bo têkbirina destekftiyên civaka êzidî ye ku berê ji ber koçberî, ferman û binpêkirinan gelek azar kişandiye.

Kongra Star destnîşan kir ku divê PDK zanibe ku heger PKK were tesfiyekirin, dê ew jî nikaribe li ber xwe bide yan dê serdestiya xwe li ser herêma xwe jî ji dest bide û wiha domand: “Divê PDK zanibe ku dagirkeriya Tirk ne dostê wê ye.”

Her wiha diyar kir ku êrişên dewleta Tirk hewldana vejandina çeteyên DAIŞ`ê û bila cîhan zanibe ku DAIŞ`ê û Erdogan yek in.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK`ê bikeve tevgerê. Her wiha teqez kir ku baweriya wan bi HPG`ê heye ku dê bi ser bikevin û bi xwe re serdemeke nû bînin.

Her wiha Kongra Star piştrast kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve gelek bajar rastî êrişên çeteyan hatin û Helebê yek ji wan bajaran bû û wiha pê de çû: “Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berxwedanek bêhempa raber kirin. Heleb niha bi saya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser piya ye û li  şûna ku hikumeta Şamê itîrafê pê bike berovajî vê yekê dike. Di demekê de ku ji bo gihaştina çareseriyê banga lihevkirinê li hikumeta Şamê tê kirin, hikumet ambargoyê ferz dike.”

Kongra Star teqez kir ku ji ber şêniyên taxên dorpêçkirî xwedî projeyeke siyasî ne ji bo rêvebirina herêmên xwe û bawer in ku projeya wan bingeha çareserkirina aloziya Sûriyê ye, ew yek pêk tê.

Di dawiya daxuyaniyê de, Kongra Star berxwedana gerîla silav kir.

 (bx)

ANHA