Li Şehbayê êrişên dagirkeriyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Desteya Çand û Hunerê û Desteya Perwerdê û Fêrkirinê yên herêma Efrînê meşeke girseyî ji bo şermezarkirina êirşên dagirkeriyê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Li Şehbayê êrişên dagirkeriyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
Li Şehbayê êrişên dagirkeriyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
Li Şehbayê êrişên dagirkeriyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
Li Şehbayê êrişên dagirkeriyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
Li Şehbayê êrişên dagirkeriyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
Li Şehbayê êrişên dagirkeriyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
Li Şehbayê êrişên dagirkeriyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
Li Şehbayê êrişên dagirkeriyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
27 nîsan, 2022   16:24
ŞEHBA

Bi hezaran mamoste, endamên Desteya Çand û Hunerê, Hîlala Zêrîn, Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li ser rêya di navbera gundê Babinis û navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê de kom bû. Di meşê de alên PKK’ê, Tevgera Çand û Hunerê, Hîlala Zêrîn, Tevgera Ciwanên Şoreşer, Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên rêber Ocalan hatin hildan, her wiha pankartên "Werin cenga azadiyê li dijî xiyanetê  û dagirkeriyê", "Gerîla pêşengên me û fedekarên rastîn ên doza Kurdistanê ne" hatin hildan.

Meş ber bi qada Dibistana Ajotinê vey a li navçeya Fafînê ve kete rê, li wir deqeyeke rêz hate girtin, dûvre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê Reşîd Silêman axivî û berxwedana hêzên gerîla li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kir.

Silêman da zanîn ku ciwanên Şehbayê amade ne tev li seferberiya giştî bibin.

Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî gerîla ku êdî bi bin ketine, hewl dide nasnameya gelê Kurd têk bibe.

Endamê Meclisa Kantona Şehbayê Ehmed Selame axivî û got hewldanên dagirkeriya Tirk ji bo derxistian fitneyan di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de ye, da ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan têk bibe.

Selame eşkere kir ku ev gel li ser şopa şehîdan û felsefeya rêber Ocalan dimeşe, bi wê re hewldanên dagirkeriyê bi ser nakevin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl behsa tevkariya PDK’ê bi artêşa Tirk a dagirker di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û gelê Kurd bi dawî bû.

(fr)

ANHA