​​​​​​​Koçberên Girê Spî û şêniyên Eyn Îsayê piştgiriya xwe ya bi gerîla re nîşan da

Bi sedan koçberên kantona Girê Spî û şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li hember êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê xwepêşandanek li dar xist.

​​​​​​​Koçberên Girê Spî û şêniyên Eyn Îsayê piştgiriya xwe ya bi gerîla re nîşan da
27 nîsan, 2022   10:39
EYN ÎSA

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê xwepêşandan li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Dispilîna Leşkerî dest pê kir û li Çerxerêya Şaredariyê rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê Hebûn Mihemed axivî û êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Hebûn destnîşan kir ku xiyaneta malbata Barzanî, xizmeta planên dagirkeriya Tirk dike ku hewl dide herêmê dagir bike û gelên wê qir bike.

Hebûn wiha domand: “Gelên herêmê, bi taybet ciwanan, li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe da û bi ser ket. Ji cîhanê re îsbat kirin ku tu hêz nikare berxwedana wan têk bibe.”

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê ji 17`ê Nîsanê ve êrişên hevbeş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tînin û li hember wê gerîla berxwedaneke destanî nîşan didin.

(şx)

ANHA