Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Axa me giranbiha ye, em ê ji kesî re nehêlin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibêjin axa wan li ber dilê wan giranbiha ye û eger di oxira wê de canê xwe feda bikin jî, dê ji kesî re nehêlin. Şervanan diyar kir ku ew amade ne bersiva hemû êrişan bidin ku gefê li aramî û îstiqrara xaka wan dixwin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Axa me giranbiha ye, em ê ji kesî re nehêlin
27 nîsan, 2022   10:50
MINBIC- SELWA EBDULREHMAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çend rojên dawîn de topbarana li ser gundên Toxar, Ewn Dadat, El-Muhsinlî, El-Seyada û Ereb Hesen ên Minbicê yên nêzî eniyên şer zêde kirin. Dagirker yekser welatiyên wan gundan û milkên wan dikin hedef.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bo parastina bajarê xwe, li eniyên şer in.

Şervanê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hisên El-Şewax ê li eniya şer, diyar kir ku ew amade ne bersiva her êrişeke muhtemel a li dijî bajarê wan bidin. El-Şewax soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan ji dijmin nû kir.

Qeys Mihemed ku ew jî li eniyên şer ên Minbicê ye, got: “Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê tevgerên xwe li eniyên şer zêde kirin û li ser herêmên li ser dirêjahiya eniyê baregehên nû ava kirin.”

Qeys Mihemed dibêje: “Axa me li ber dilê me giranbiha ye, me bi xwîna şehîdan rizgar kir. Em di oxira wê de canê xwe jî feda bikin, em ê ji kesî re nehêlin.”

Şervanê bi navê Ela Minbic jî diyar kir ku çi qasî artêşa Tirk a dagirker herêmên wan topbaran bike jî, dê nekare vîn û israra wan a berxwedanê têk bibe.

Ela Minbic destnîşan kir ku îstiqrara li herêmê li xweşiya dagirkeriya Tirk naçe, ji lew re her tim tevliheviyê li herêmê derdixe. Her wiha soz da şehîdan û şêniyan ku dê heta dawiyê bajarê xwe biparêzin.

(cx)

ANHA