Rêveberiya Xweser roja 1’ê Gulanê betlane ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’ê Gulanê bi boneya Cejna Karkeran betlaneya fermî ragihand.

Rêveberiya Xweser roja 1’ê Gulanê betlane ragihand
27 nîsan, 2022   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryarnameyek bi hejmara 9’an derxist û li gorî wê roja 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê betlane ragihand.

Naveroka biryarnameyê wiha ye:

“Bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

Roja 1`ê Gulanê betlaneya fermî ye, tenê saziyên ku divê erkên xwe bidomînin, ji vê biryarê tên îstîsnakirin.”

 (şx)