Li gundê Aqîbê yê Şêrawa ciwanek bi mayinekê birîndar bû

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, mayinek bi ciwanekî de teqiya û ciwan birîndar bû.

Li gundê Aqîbê yê Şêrawa ciwanek bi mayinekê birîndar bû
27 nîsan, 2022   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinê diyar kir ku duh êvarê li nêzî gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî mayinek ji bermahiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqiya. Di encamê de ciwanekî ji şêniyên gund, birîndar bû.

Li gorî rêxistinê navê ciwan Taha Mihemed Elî ye û 18 salî ye û li navendeke tenduristiyê ya li nêzî gund hat dermankirin.

(şx)

ANHA