Li Hesekê civîna Komîteya Sazkirina Peymana Civakî dest pê kir

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parvekirina reşnivîsa peymanê bi beşên civakê re li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê civînek li dar xist.

Li Hesekê civîna Komîteya Sazkirina Peymana Civakî dest pê kir
27 nîsan, 2022   09:12
HESEKÊ

Civîn li navenda çandê ya navçeyê li dar ketiye. Di civînê de ku heta niha berdewam dike, endamên meclis û saziyên kantona Hesekê beşdar in.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi hevserokên meclisên bajarokên Til Kermê, Qirmane, Xenmiye, Sîker, komînên navçeya Dirbêsiyê û hevserokên saziyên navçeya Dirbêsiyê û hevserokên saziyên navçeyê re civiya da ku reşnivîsa peymanê bi wan re nîqaş bike.

Her wiha endamên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Biçûk Ekrem Hiso, Îlham Îsa Metlî û Sabit Cewher di civînê de amade ne.

Komîte 14`ê Nîsanê bi Meclisa Kantona Hesekê, komîn û saziyên navçeya Holê, 16`ê Nîsanê bi meclis, komîn û saziyên bajarê Hesekê û 18`ê Nîsanê jî bi komîn û saziyên navçeya Şedadê re civiyabû.

Komîte armanc dike ku di pêvajoya sêyemîn a sazkirina peymanê de, xwe bigihîne sazî, meclis û beşên civakê da ku naveroka peymanê ji wan re şîrove bike û nêrînên wan bigire.

(şx)

ANHA