​​​​​​​Serokên parlamentoyên Iraq û Îranê li hev civiyan

Serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî îro gihîşt Tehranê û bi hempîşeyê xwe yê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya.

​​​​​​​Serokên parlamentoyên Iraq û Îranê li hev civiyan
27 nîsan, 2022   08:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Sumeriye, îro li ser vexwendina serokê parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî gihîşt paytexta Îranê Tehranê.

Nivîsgeha Ragihandinê ya El-Helbûsî bi daxuyaniyekê da zanîn: “El-Helbûsî li ser vexwendina hempîşeyê xwe yê Îranê Qalîbaf, tevî şandeyeke parlamentoyê gihîştiye Tehranê.”

El-Helbûsî li Tehranê bi Qalîbaf re civiya.

Nivîsgeha El-Helbûsî dabû zanîn ku dê El-Helbûsî bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hin rayedarên din re jî hevdîtinan pêk bîne.

(cx)