​​​​​​​415 kesayetên Başûr daxwaz kirin ku rêber Ocalan demildest bê berdan

415 mamostayên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlementer, rojnamevan û akîivîstên ji Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kirin.

​​​​​​​415 kesayetên Başûr daxwaz kirin ku rêber Ocalan demildest bê berdan
26 nîsan, 2022   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştevanên kampanya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan roj bi roj zêdetir dibin.

Li Başûrê Kurdistanê heta niha partî û aliyên siyasî jî di nav de, bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, mamosta û welatiyên herêmê tevlî kampanyayên îmzeyan ên ji bo azadiya fizikî ya rêber Abdullah Ocalan bûne.

Îro jî 415 kesayetên Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de mamostayên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlementer, rojnamevan û aktivîst hene, bi daxuyaniyek hevpar piştgiriya xwe ji kampanya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan re nîşan dan.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, “Birêz Abdullah Ocalan wek kesayetek aqilmend û têkoşerê azadiya gelê me ev 24 sal in di encama komployek navnetewî de di girtîgeha Îmraliyê de di bin tecrîdek giran de dîl tê girtin. Rêber Ocalan ji bo maf û zadiya gelê xwe û gelên Rojhilata Navnîn têkoşîn dike, her wiha rêbertî ji tevgera azadîxwaz re dike. Di heman demê de jî di warê fikrî, siyasî û civakî de xwediyê bi dehan pirtûkane.”

Di beşek din a daxuyaniyê de tê diyarkirin, “Ji ber birêz Ocalan di fikirîna jiyan û tekoşînê de xwedî rêbaz û fikrek azadîxwaze, li dijî siyaseta dagirkeriyê ye, ji bona wê bi tevlibûna gelek dewletan ew bi komployekê hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin.”

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, “Wek rewşenbîrên Kurd diyar dikîn doza birêz Abdullah Ocalan ne dozek şexsiye, doza wî dozek rewa ya gelê Kurde. Ta doza gelê Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser nebe, wê bi ti awayek aştî û aramî li Tirkiye, Kurdistan û tevayî Rojhilata Navîn çênebe. Ji bona wê niha azadiya birêz Ocalan bûye kilîta çareseriya doza gelê Kurd, çêbûna aştî, aramî û hevre jiyana demokratîk a gelên herêmê.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin, “Dewleta Tirk û dewletên di komploya navdewletî ya dîl girtina birêz Ocalan de beşdarbûn, çawan ji jiyan û tendirûstiya birêz Ocalan berpirsin, bi heman awayî berpirsên azadiya wî ne jî. Bi vê armancê em daxwaz dikin, demildest birêz Ocalan bigihe azadiya xwe fîzîkî.”