Siyasetmedar: Êrişên dewleta Tirk ji ber tirsa ji fikra gel in

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker diyar kir ku dewleta Tirk ji ber tirsa ji fikra gelên herêmê êrişan li dijî welatiyan pêk tîne. Her wiha dan xuyakirin ku dewleta Tirk li dijî mirovahiyê sûcê şer dike.

Siyasetmedar: Êrişên dewleta Tirk ji ber tirsa ji fikra gel in
26 nîsan, 2022   09:36
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov yên bi çek û li aliyekî din bi êrişên bejahî li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan pêk tîne. Di encama van êrişên de ku rojane dewam dikin, gelek welatî şehîd dibin.

Têkildarî mijarê siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivîn.

Hevserokê Partiya Komarê ya Kurdistanê-Sûriyê Bekir Îsa diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan ranewstiyane û got: “Dewleta Tirk a faşîst dûrî berjewendiyên gelan kar dike û dewleta Tirk û cîhan projeya Rojava li ser desthildariya xwe xetere dibînin; ji ber ku li ser bingeha neteweya demokratîk e.”

Bekir Îsa da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze rewşa Rojava tevlîhev bike û ji aramiyê dûr bixe, da ku şoreşa Rojava têk bibe û got: “Dewleta Tirk ji fikirên gelên li Rojava bi tirs e, ji ber vê yekê bi êrişên xwe yê bi balafirên bêmirov welatiyan dike hedef.”

Bekir Îsa da zanîn ku dewletên derve jî mîna Amerîka û Rûsya di êrişên li dijî Rojava de piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tevî hemû cureyên êrişan, gel nema tê şikandin û qirkirin, bila bizanibe dem ne dema berê ye û Kurd ne Kurdên berê ne.”

Nûnera Hevbeş a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê Heyfa Mehmûd jî da xuyakirin ku saleke dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û got: “Em vê kiryarê wek kiryareke terorî dibînin; ji ber ku tirsê dixe nava gelên herêm. Li aliyekî din dewleta Tirk ji gihaştina belavbûna tecrubeya Rêveberiya Xweser li Tirkiyê bi fikar e.”

Heyfa Mehmûd wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk li dijî mirovahiyê sûcên şer dike. Dagirkeriya Tirk ji derveyî zagonên hundirîn û derve kiryaran pêk tîne, lê tevî wê jî li ser sûcên xwe nayê darizandin.”

Nûnera Hevbeş a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê Heyfa Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku rê li êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire.

ANHA