Nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne hat eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir. HPG`ê sersaxî da gelê Kurd û malbatên şehîdan û soz da ku dê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi serkeftinê tacîdar bikin.

Nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne hat eşkerekirin
26 nîsan, 2022   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev agahî da:

“Dewleta Tirk a faşîst û mêtinger, di 17’ê Nîsanê de dema ku tevgera dagirker da destpêkirin, hevalên me Huseyîn, Çiyager û Agît li çeperên berxwedanê têkoşîneke mezin dan û gelek dagirker ceza kirin. Hevalên me piştî şerê giran û êrişên hewayî şehîd bûn. Hevalên me yên ku nûnerên herî sereke yên xeta fedaî ne, bi qasî jiyana xwe bi şerê xwe yê li dijî dagirkeriyê jî ev rastî careke din îspat kirin. Wan nîşanî hemû dinyayê dane ku wê berxwedana me ya bi rûmet wê  bi ser bikeve.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav:Huseyîn Dag

  Nav û paşnav: Sedat Dagtekîn

  Cihê jidayikbûnê: Sêrt

  Navê dê û bav: Asiya - Aydin

 Cih û dîroka şehadetê: 18’ê Nîsana 2022’an / Zap

 Nasnav: Çiyager Botan

  Nav û paşnav: Veysî Sumer

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Maşallah – Yûsûf

  Cih û dîroka şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Zap

  Nasnav: Agît Kurdistan

  Nav û paşnav: Mehemed Hemz

  Cihê jidayikbûnê: Xaneqîn

  Navê dê û bav: Xelîce - Hemze

  Cih û dîroka şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Zap

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re, di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Huseyîn, Çiyager û Agît ên ku piştî derbên giran li dewleta Tirk a dagirker bi meşeke bê dudilî li ser xeta fedaiyan jiyana xwe ji dest dan, dixwazin. Em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”