​​​​​​​Dewleta Tirk êriş bir ser baregeheke Heşd Şebî li Başîqa

Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov êrişî baregeheke hêzên Heşd Şebî ya li nêzî bajarokê Başîqa yê ser bi Mûsilê ve, kir.

​​​​​​​Dewleta Tirk êriş bir ser baregeheke Heşd Şebî li Başîqa
26 nîsan, 2022   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews ku agahiyên xwe spart çavkaniyên ewlehiyê, vê sibehê dewleta Tirk bi du balefirên bê mirov li bajarokê Başîqa yê ser bi parêzgeha Mûsilê ya Iraqê ve baregehee yahêzên Heşd Şebî bombebaran kir.

Tê gotin ku di encama êrişê de birîndar hene û hin wesayîtên leşkerî zirar dîtine.

Heta niha Heşd Şebî li ser êrişê tu daxuyanî nedaye.