Siyasetmedarên ji Ewropayê: Li hember dagirkeriyê bê deng nemînin

Parlamenterê Brîtanyayê û serokê berê yê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Jeremy Corbyn û Ogmundur Jonasson ku di demên cuda de di hikumeta Îzlandayê de wezîrî kiriye, êrişên dagirkeriyê yan dewleta Tirk şermezar kirin û ji rêber Abdullah Ocalan re azadî xwestin.

Siyasetmedarên ji Ewropayê: Li hember dagirkeriyê bê deng nemînin
26 nîsan, 2022   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Brîtanî û Serokê berê yê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Jeremy Corbyn û Ogmundur Jonasson ku di demên cuda de di hikumeta Îzlandayê de wezîrî kiriye, li ser bazirganiya çekan a di navbera dewleta Tirk û hikumeta Îngilistanê de, êrişên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji Medya Habar TV’yê re axivîn.

Jeremy Corbyn bal kişand ser hevkariya bazirganiya çekan a hikumeta Brîtanyayê ya bi dewleta Tirk re û ev hevkarî şermezar kir.

'DIVÊ BAZIRGANIYA ÇEKAN BÊ BIDAWÎKIRIN'

Corbyn li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk got: "Ji ber ku Brîtanyayê bazirganiya çekan a bi Tirkiyê re ji nû ve da destpêkirin û çek ji Tirkiyê re şandin, ez mat û metel in. Ji ber ku me binpêkirina Tirkiyê ya mafên bingehîn ên mirovî yên gelê Kurd şermezar kir. Em bi awayekî rasterast êrişa artêşa Tirk a li ser bakurê Iraqê li welatên cîran, li seranserê sînoran û herî dawî jî li herêma Kurdan a Iraqê şermezar dikin. Bi ya min şaş e ku Brîtanya di van şert û mercan de çekan bide Tirkiyê."

Jeremy Corbyn bertek nîşanî bazirganiya çekan a hikumeta Brîtanyayê ya bi rejîma Erdogan re da û got: "Divê di zûtirîn demê de ev bazirganiya çekan bê rawestandin."

Corbyn diyar kir ku divê Brîtanya dest ji sewqiyata çekan a ji bo dewleta Tirk berde ber û wiha pê de çû: "Xuya ye hikumeta Brîtanyayê bi hikumeta Erdogan re li Tirkiyê têkiliyeke gelekî xurt çêkiriye. Me nebihîstiye ku hikumeta Brîtanyayê bikaranîna van çekan a ku artêşa Tirk li Sûriye yan jî bakurê Iraqê bi kar tîne, rexne dike û kesî deng dernexistiye. Divê Tirkiye êrişî tu welatekî cîran neke. Her wiha divê Brîtanya dest ji dayîna çekan berde da ku alîkariya çalakiyên bi vî rengî yên neqanûnî neke."

Ogmundur Jonasson jî ku di demên cuda de di hikumeta Îzlandayê de wek wezîr kar kiriye, qala êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û polîtîkayên tecrîdê yên li ser rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku divê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di bin siya şerê Ukraynayê de neyên paşguhkirin û destnîşan kir ku divê tavilê azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.

‘DIVÊ OPCW LI SER ÎDIAYÊN BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ LÊKOLÎNÊ BIKE’

Jonasson ku di heman demê de berdevkê 'Însiyatîfa Aştiyê ya ji Abdullah Ocalan re Azadî' ye, diyar kir ku dewleta Tirk  êrişên dagirkeriyê yên dawî yên li hemberî Başûr dişopîne û li ser bêdengiya hêzên rojavayî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk got: "Divê tevahiya cîhanê bere xwe bide tiştên li wir diqewimin û ez li hemberî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember wan geşedanan matmayî mam. Ez li Ewropa, saziyên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) difikirim. Mînak, Rêxistina Pêşîgirtina li Çekên Kîmyewî (OPCW) çima îdiayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî di êrişên li Başûrê Kurdistanê de lêkolîn nake? Sedem? Çima ev bêdengî?"

Ogmundur Jonasson diyar kir ku divê raya giştî ya dewleta Tirk têkildarî êrişên dagirkeriyê hişyar bibe û wiha axivî: "Niha çavê her kesî rasterast li Ukraynayê ye, lê zilma ku li Başûrê Kurdistanê û Sûriyê tê kirin, nayê dîtin. Sedem? Helbet divê em vê biguherînin. Divê em raya giştî hişyar bikin."

'ABDULLAH OCALAN, NELSON MANDELAYÊ ÎROYÎN E'

Jonasson xuya kir ku rêber Abdullah Ocalan ev 23 sal e li girava Îmraliyê girtî û tecrîdkirî ye û got: "Kengî derfeta Ocalan a axaftinê hebe (bê guman di navbera salên 2013-2015'an de, piştre jî bi kurtasî di sala 2019'an de) gotinên wî her tim gotinên aştîparêz in."

Li ser daxwaza dewleta Tirk a girtina kesên aştiyê dixwazin û yên peyamên aştiyê didin, Ogmundur Jonasson got: "Em li vir li Brukselê daxwaza azadiya Julian Assange dikin. Min di axaftina xwe ya li vir de got ku divê em li cîhana Mandela binêrin, Mandelayê îro û yek ji Mandelayên girîng ê vê cîhanê Abdullah Ocalan e."

Jonasson daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan kir û wiha lê zêde kir: “Divê em bi dengekî bilind ji cîhanê re bibêjin; Ocalan serbest berdin, tavilê wî serbest berdin."