Artêşa dagirker êrişî Til Rifetê kir

Artêşa Tirk a dagirker bi balafireke xwekuj derdora bajarokê Til Rifet ê kantona Şehbayê bombebaran kir. Hate ragihandin ku bombe li malekê ketiye û di encamê de zirarên madî çêbûne.

Artêşa dagirker êrişî Til Rifetê kir
26 nîsan, 2022   06:45
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek a xwekuj bombe li derdora bajarokê Til Rifet ê kantona Şehbayê barandin.

Li gorî agahiyan, bombe li malekê ketiye û di encamê de zirarên madî çêbûne.

(cx)

ANHA