Hemleya paqijiyê didome; Paqijî erka her ferdekî civakê ye

Şêniyên herêma Cizîrê diyar kirin ku ew destekê didin hemleya paqijiyê ku ji aliyê TEV-DEM`ê ve hate destpêkirin û destnîşan kirin ku paqijî erka her ferdekî civakê ye.

Hemleya paqijiyê didome; Paqijî erka her ferdekî civakê ye
26 nîsan, 2022   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 28`ê Adara borî de û bi dirûşmeya "Paqijiya bajar ji paqijiya civakê ye" Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi hemleya paqijiyê kir.

Endamên saziyên civaka sivîl, endamên şaredariyên gel ên bajar, navçe, bajarok û şênî tev li hemleyê bûn. Li ser vê yekê şêniyan ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin û gotin heger her kes ji bo pêkanîna armancên hemleyê erka xwe pêk neyne, hemle tenê têrê nake.

Welatiya bi navê Samiya Ferhan jî ku ji taxa Kelasê ya bajarê Hesekê ye wiha axivî: "Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi coşeke mezin hemle pêşwaz kir. Ji ber sûda vê hemleyê li ser tevahî civakê heye. Lê heger her kes di civakê de erka xwe pêk neyne dê ev yek têrê neke. Ji ber tevlîbûna ji hemleyê re parastina paqijiya taxên wan e."

Samiya Ferhan teqez kir ku rola komîn û meclisan di serxistina vê hemleyê û pêkanîna armancên wê de girîng e, ku dikarin girîngiyê bidin armancên hemleyê û ji şêniyan re binirxînin, bi rêya xebatên komînal destekê bidin wan da ku erka xwe di parastina paqijiya herêmê de, pêk bînin.

Welatiya bi navê Firyal Ehmed a ji taxa Til Hecer e, ev tişt anî ziman: "Ev hemle girîng e. Ji ber paqijiya çi bajar, tax yan jî herêm asta zanebûna şêniyên wê, îsbat dike. Parastina paqijiyê ne tenê dikeve ser milê saziyên pêwendîdar. Lê belê beşa herî mezin dikeve ser milê şêniyan da ku di nava civakê de bibe çandek."

Ebdusemed Omer jî ku ji şêniyên taxa Salihiyê ye ev tişt got: "Ger rihê hevkarî û beşdarbûnê di hemû aliyan de hebe, dê armancên hemleyê pêk werin. Ji ber wê divê em hevkariya saziyan bikin da ku jîngeheke paqij û tendurist, bi dest bixin."

Di 6`ê Nîsanê de Yekitiya Parêzerên herêma Cizîrê tev li vê hemleyê bûn. Têkildarî girîngî û rola wê di civakê de parêzer Mihemed Emîn Neyîmî ku yek ji beşdarên hemleyê ye ji ajansa me re re axivî.

Neyîmî got çanda paqijiyê divê giştî be, kes li hêviya kesekê/î din nemîne ku tax, bajar an jî gundê xwe paqij bike, ji ber paqijî nîşaneya pêşketina civaka ye.

Li ser rola civakê di parastina paqijiya giştî de Neyîmî teqez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezeran şehîd ji bo parastina cîhanê ji terora çeteyên DAIŞ`ê da, li cîhanê bûye mînak û dikare di warê paqijiya herêmê de jî bibe mînak.

‛PAQIJIYA GIŞTÎ DIVÊ BIBE ÇANDEKE CIVAKÎ’

Endamê Yekitiya Parêzerên herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neyîmî bang li hemû ferdên di civakê de kir ku erka xwe li hember paqijiya giştî pêk bînin, paqijî bibe çandeke civakî, her kes îşaretê bi girîngiya paqijiyê bike, derfetê nedin tu kesî ku çopê biavêje yan jî bişewitîne û wiha bi dawî kir: "Hemleyê encamên girîng û diyar bi dest xistin. Em hêvî dikin ku hemleyên bi vî awayî dewam bikin da ku karibin xwe û civaka xwe ji nexweşiyan biparêzin û jîngeheke paqij ji zarokên xwe re bi dest bixin."

(bx)

ANHA