Rêxistinên mirovî alîkariyên koçberên Girê Spî kêm kir

Rêxistinên mirovî yên di kampa koçberên Girê Spî de dixebitin, di mehên dawîn de aîkariyên ku didin koçberan kêm kirin û rewşa wan a jiyanî û aborî paşguh dikin.

Rêxistinên mirovî alîkariyên koçberên Girê Spî kêm kir
26 nîsan, 2022   09:07
EYN ÎSA

Rêxistinên mirovî yên li kampa Koçberên Girê Spî dixebitin, alîkariyên ku didin koçberan kêm kirine. Bi wê re koçber azaran dikişînin û bandorekê li ser jiyana wan dike.

Rêxistinên mirov (Bloommond, CHF, IRC û hin rêxistinên din) di kampê de dixebitin. ev rêxistin mehane şekir, zeyt, birinc û nîsk didin koçberên li kampê, lê li şûna 8 lître zeyt 4 lître zeyt da, her wiha madeyên din jî kêm kirin.

Bi hinceta krîza aborî ya li herêmê, hin made ji pakêtên xwarinê ku mehane dihatin pêşkêşkirin, hatin derxistin. Ji beriya du mehan ve şekir ji pakêtên xwarinê derxistin û lê piştre bi awayekî kêm belav kirin.

Her wiha rêxistinan ji nîvê sala 2021`an de rêbazeke nû ji bo destekdayîna koçberan, esas girtiye. Ew jî her du mehan parkêteke xwarinê dide malbata ji 4 kesan pêk tê û malbata ku zêdetirî 4 ferdan be her mehê pakêta xwarinê werdigire.

Têkildarî mijarê, koçbera bi navê Cewhir El-Îsa got ew hîs dikin ku rêxistin mîna bazirganan e û wiha dewam kir: "Şekir di nava pakêta xwarinê de ye, lê hate derxistin, lê dema zeyt biha bû, ew jî nîvî dan."

Cewhir El-Îsa wiha domand: "Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ew ji warê wan bi zorê da koçberkirin, êdî çavkaniyên ku pê debara xwe bikin tune ne. Ji ber ku di kampê de derfetên xebatê tune ne."

Feysel El-Ehmed jî behsa kêmkirina alîkariyên mirovî ji aliyê rêxistinan ve kir û destnîşan kir ku rêxistinên mirovî wan paşguh dikin.

Feysel El-Ehmed bang li aliyên pêwendîdar kir ku piştgiriyê nede alîkariyên ku rêxistin didin wan, ji ber hema bêje tune ye, her wiha destekê bidin wan ku derfetê kar ji wan re peyda bikin da ku karibin rewşên jiyanî yên zehmet di çarçoveya buhabûna zêde ya madeyan û hilweşandina lîreya sûrî li hember dolarê amerîkî de, derbas bikin.

Rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe hewl dide hin pêwîstiyên sereke mîna (Nan, av û derman) bê pere ji koçberan re peyda bike. Her wiha derfeta kar ji wan re peyda bike ku karibin pê debara malbatên xwe bikin.

Girêdayî sedemên kêmkirina alîkariyan, hevserokê rêveberiya kampê Mihemed El-Şêx destnîşan kir ku sedema sereke girtina deriyan li pêş alîkariyên mirovî ye, ji wan jî deriyê herî girîng deriyê Til Koçer.

Ji destpêka 2020`an de deriyê Til Koçer ê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê hatiye girtin piştî ku Rûsya û Çînê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de veto bi kar anîn.

Hevserokê rêveberiya kampê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku derbaskirina alîkariyan ji koçber û penaberan re polîtîze nekin û rewşa wan di ber çavan re derbas bikin.

Di kampa koçberên Girê Spî de ku li gundewarên bakurê Reqayê ye 6 hezar û 43 koçber di nava hezar û 256 malbatê de dijîn. Rewşa wan a jiyanî zehmet e, piştî ku ji aliyê dewleta Tirk ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de hatin koçberkirin û çavkaniya debara jiyana xwe winda kir.

(bx)

ANHA