Koçberên Efrînê: Çalakiyên HRE’yê israra me ya berxwedana bilind dike

Koçberên Efrîna dagirkirî yên li kampa Serdem a kantona Şehbayê dimînin, der barê çalakiya HRE'yê ya 22’yê vê mehê de kêfxweşiya xwe anî ziman û piştrast kir ku ew li kêleka HRE’yê ne.

Koçberên Efrînê: Çalakiyên HRE’yê israra me ya berxwedana bilind dike
26 nîsan, 2022   06:26
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 22’yê vê mehê de li dijî artêşa Tirk a dagirker li bajarê Marê çalakiyek pêk anî. HRE'yê ragihand ku di encama çalakiyê de 10 polîsên taybet ên Tirk hatin kuştin û 6 din jî birîndar bûn.

HRE’yê li ser rûpela xwe ya fermî dîmenên çalakiyê ku panzereke dagirkeriyê dikin hedef parve kir.

Li ser vê yekê koçberên Efrînî ji ajansa me re kêfxweşiya xwe anîn ziman û daxwaz ji HRE`yê kir ku çalakiyên wiha heta rizgarkirina Efrînê dewam bike.

‛ÇALAKIYÊN HRE’YÊ MORALÊ ME BILIND DIKE’

Elfet Berko bal kişand ser berxwedana wan a 4 salan û got: "Tevî dorpêça hikumeta Şamê û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, em dev ji berxwedana xwe bernadin."

Elfet Berko destnîşan kir ku çalakiyên HRE’yê moralê wan bilind dike û baweriya veger û rizgarkirina Efrînê zêde dike.

Efet Berko ev tişt jî anî ziman: "Zarok, jin û kesên bi temen li vir li ber xwe didin, serî natewînin û girêdayî mafên xwe yên vegera li ser erdê xwe ne."

‛EM DIWAZIN ÇALAKIYÊN LI DIJÎ DAGIRKERAN DEWAM BIKIN’

Li aliyekî din, welatiyê bi navê Hesen Osman diyar kir ku çalakiyên HRE’yê berxwedan û israra koçberan ya berxwedanê bilind dike û wan kêfxweş dike.

Osman ji HRE’yê daxwaz kir ku çalakiyên xwe li dijî dagirkeran zêde bike û teqez kir ku ew her demê amade ne ku ji bo rizgarkirian Efrînê tevlî nava hêzên leşkerî bibin.

‛DEMA MIN DÎMENÊ ÇALAKIYÊ DÎT, PIR KÊFXWEŞ BÛM’

Welatiyê bi navê Bekir Bîlal jî got, "Dema min dîmenê çalakiyê dît ez pir kêfxweş bûm, dixwazim hêzên me berxwedan û têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê û vegera koçberan dewam bikin."

(şt)

ANHA