Li Efrîna dagirkirî guhertina demografî bê navber dewam dike

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de siyaseta guhertina demgorafî li Efrîna dagirkirî zêdetir kiriye, avahiyên mêtîngeriyê ava dike da ku malbatên çeteyan û yên ji derve lê bi cih bike.

Li Efrîna dagirkirî guhertina demografî bê navber dewam dike
25 nîsan, 2022   05:39
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, polîtîkayên guhertina demogafî bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk bi destek û finanseya rêxistinên ji Kendav û Filistînê bi navên cûda avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê ava dike

18'ê Nîsanê serokkomarê dewleta Tirk Erdogan diyar kir ku wê welatê wî hemû hewldanan bike da ku di demeke nêzî de v penaberên Sûrî li warê wan vegerîne.

/ar/uploads/files/2022/04/25/044524_altghyyr-aldymghrafy-abrz-msharya-alahtlal-altrky-alastamaryh-fy-afryn-almhtlh-28129.webp

Şopdarên rewşa Sûriyê dibêjin, Tirkiyê hewl dide hejmarke herî mezin a kesên ji derve li herêmên dagirkirî bi cih bike.

Desthilata Tirk piştî ku herêmên Sûriyê dagir kir, nasnameyên tirkî dane welatiyên wê, da ku bi hinceta ku ew welatî nasnameyên tirkî hilgirtine, dagirkeriya xwe xurt bike.

Li gel vê jî, dewlta Tirk fêrbûna bi zimanê tirkî ferz kir, zanîngeh û peymangeh li herêmên dagirkirî vekirin ku rasterast girêdayî zanîngehên li Tirkiyê ne. Her wiha nîşaneyên herêmê guhertin mîna ku yên tirkî ne û bikaranîna pereyên tirkî ferz kir û pereyên Sûriyê qedexe kir.

Çavkaniyên taybet ji Efrîna dagirkirî diyar kir ku çeteyên "Firqet Sultan Murad" li gundên Kefrûm û Elka yên navçeya Şerayê dar birîn û li şûna wan avahiyên mêtîngeriyê ava dikin.

Çavkaniyan diyar kirin ku serçeteyê "Sultan Murad" Eraba Idrîs rasterast çavdêriya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gundê Kefrûm dike. Serçeteyê koma Sultan Murad, Eraba Idrîs, biraziyê wezêr parastinê yên berê yê hikumeta "Îtîlafa Sûriyê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, Selîm Idrîs e.

Li gorî agahiyan, mêtîngeh ji 360 xaneyan pêk tê, firehiya her yekê 121 m (11 x 11) e. Av xanî ji bo bicihkirina derdora 70 malbatên ji derverên cûda yên Sûriyê û malbatên çeteyan tên avakirin.

Dewleta Tirk bi desteka rêxistinên bi navê '`Eyş Bîkerama'' û ''Eyadî Beyda" avahiyên mêtîngeriyê li gundê Axçelê û Korka yên navçeya Cindirsê lê dike.

ANHA