Dewleta Tirk şerê tunekirinê li Sûriyê dimeşîne

Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, derbeyên giran dixwe. Ji derbeyên ku di dema dawîn de xwarine, diyar dibe ku şerê tunekirinê li Sûriyê dimeşîne.

Dewleta Tirk şerê tunekirinê li Sûriyê dimeşîne
25 nîsan, 2022   08:34
KOBANÊ – CÛMA MIHEMED

Çalakiya dawîn a Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya li bajarokê Marê ya li dijî dewriyeyeke hêzên dagirker, derbeyeke xurt li artêşa Tirk da.

22'yê Nîsanê, HRE'yê li bajarokê Marê li panzêreke artêşa Tirk a dagirker da, di encamê de 10 polîsên taybet ên Tirk hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser çalakiyê got ji kuştiyan 3 leşkerên Tirk hebûn. Lê diyar e ku dewleta Tirk ziyanên xwe vedişêre û ragihand ku tenê polîsek hate kuştin.

Beriya wê jî li herêmên dagirkirî gelek çalakiyên bi vî rengî li dijî hêzên dagirkir hatin lidarxistin, lê agahiyên zelal der barê hejmara kuştiyên dagirkeran de nehatin bidestxistin û dihatin veşartin. Li gorî çavdêran, hejmara kuştiyên dagirkeran 100 derbas kiriye.

Di Sibata 2020'an de, li Idlibê di şerê hêzên dagirker û hikumeta Şamê de zêdetirî 49 leşkerên Tirk hatin kuştin. Ev windahiyeke mezin a artêşa Tirk a dagirker bû.

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser kantona Efrînê de jî windahiyên mezin dide. Artêşa Tirk di wê êrişê de ragihand ku 46 leşkerên wê hatin kuştin, lê hejmara diyarkirî ya kuştiyan zêdetirî vê yekê bû. Dîmenên wê demê yên teqandina wesayitên zirxî û tankên dewleta Tirk êş û zehmetiyên ku dewleta Tirk li hember berxwedana gelê Efrînê û QSD`ê dîtibû, nîşan dida.

Dewleta Tirk bi awayekî zelal ziyanên xwe eşkere nake. Lê dema ku operasyon ji raya giştî re eşkere dibin, neçar dimîne ku beşeke biçûk ji ziyanan ragihîne û ji ber bertekên raya giştî yên li dijî Erdogan, gelek ziyanan vedişêre.

Ziyanên ku dewleta Tirk li Sûriyê dibîne, nîşan didin ku dê berdêla wê ji bo Enqereyê giran be û Tirkiye encamên şerê qirkirinê di hundirê Sûriyê de digire. Her wiha ev nîşan dide ku dê ji van ziyanan bi saxî dernekeve, nemaze ku di dagirkirina van herêman de bi israr e.

Li herêmên dagirkirî şênî gelek caran ji ber tunebûna aramiyê, qetilkirin, revandin, destdirêjî û diziya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve, li hemberî dagirekran rabûn.

Li wan herêman wek aliyekî ku nayê hezkirin li dewleta Tirk dinêrin. Ji ber wê jî belavbûna hêzên wê rastî berxwedanekê ji aliyê gelê bakurê Sûriyê ve tê ku rojane derbên giran li dagirkeran didin.

(bx)

ANHA