​​​​​​​Bi dehan ciwanên Hesekê banga serferberiya giştî bersivand

Li ser banga Koordînasyona Komelên Ciwan, bi dehan ciwanên Hesekê tev li seferberiya giştî ya piştgiriya berxwedana gerîlayan bûn.

​​​​​​​Bi dehan ciwanên Hesekê banga serferberiya giştî bersivand
24 nîsan, 2022   21:00
HESEKÊ

Li ser banga Koordînasyona Komelên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Hesekê pêngaveke çalakiyan di çarçoveya "Konê Berxwedanê" da destpêkirin. Armanc ji vê pêngavê piştgiriya berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.

Konê çalakiyê li parka Til Hecer a bajarê Hesekê hate vedan. Kon bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pankartên bi nivîsên   ""Di sala serkeftiniê de tev li cenga azadiyê bibin", "Ciwan fedayî rêber Apo ne", "Bi şerê gel ê şoreşger em ê xiyanet û dagirkeriyê têk bibin" û "PKK'ê ji bo mirovahî, ne ji bo terorê tê dikoşe" hate xemilandin.

/ar/uploads/files/2022/04/24/204052_dsc_0099-28large29.webp

Çalakiya Konê berxwedanê wê sê rojan dewam bike.

Di roja yekemîn de bi dehan endamên PYD, TEV-DEM, Saziya Çandiniyê û Mûdîriyeta Zimhêrê amade bûn.

Di çalakiyê de endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Mistefa Ehmed, axivî, berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên bi beşdarbûna PDK'ê silav kir. Her wiha şehîdên komkujiya Qereçox û qirkirina Ermenan bi bîr anî.

Ehmed diyar kir ku armanc ji van êrişan dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê qirkirina gelê Kurdistanê ye.

/ar/uploads/files/2022/04/24/204148_sma-dyrsm-28large29.webp

Tevgera Ciwanên Şoreşger sînevîzyonek pêşkêş kir, tê de hin gotinên endama Desteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ên li ser armanc û berjewendên dewleta Tirk a dagirker û projeya wê ya dagirkirina Kurdistanê hebûn. Her wiha tê de bal li ser beşdariya PDK’ê bi dewleta Tirk re di êrişên li ser çiyayên Kurdistanê hate kişandin.

Der barê çalakiyê de, endama rêveber a komîteya amadekar Sema Dêrsim axivî û got: "Armanc ji ragihandina serferberiya giştî û lidarxistina çalakiya konvedanê piştgirî û destekdayîna berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.

Sema Dêrsim wiha domand: "Azadiya me bi azadiya gerîlayên HPG’ê ve girêdayî ye û êriş ne tenê li ser gerîlayan e ku di oxira azadiya gelên Kurdistanê de li ber xwe didin tê kirin, lê belê li dijî hemûyan e."

Sema Dêrsim li dawiyê bang li tevahî ciwanên li Kurdistanê kir ku tev li pêngava banga azadiya gelan dike bibin û li kêlek gerîla, ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê, bisekinin û wiha bi dawî kir: "Divê PDK’ê dev ji siyasetên xwe yên îxanetê berde."

Di dawiya roja yekemîn a çalakiya "Konê Berxwedanê" de, bi dehan ciwanên Hesekê navên xwe ji bo piştgiriya gerîlayên HPG’ê tomar kirin ku ji seferberiya giştî re bibin bersiv û li kêkel berxwedana gerîla bisekinin.

Çalakiya roja yekemîn bi diruşmên "Bijî berxwedana rêber Ocalan" û "Bijî berxwedana gerîlayên HPG’ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê" bi dawî bû.

ANHA