Baregeha dewleta Tirk a li Başîka hate hedefgirtin

Baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Başîka ya girêdayî Mûsilê hate hedefgirtin.

Baregeha dewleta Tirk a li Başîka hate hedefgirtin
24 nîsan, 2022   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên heyî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Başîka ya girêdayî Mûsilê bi dehan mûşekan hate hedegirtin.

Dewleta Tirk heta niha li ser êrişa li dijî baregeha xwe tu daxuyanî nedaye û tu agahiyên li ser ziyan û kuştiyan bi dest neketine.

Dije Terora Kurdistanê ya PDK’ê derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşê de 6 mûşek hatine bikaranîn û îdia kir ku tu ziyan çênebûye.

Ev baregeh beriya niha jî hatibû hedefgirtin.