ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2022'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2022'AN
24 nîsan, 2022   23:00

-Şêniyên herêma Cizîrê li çiyayê Qereçoxê  yê navçeya Dêrikê şehîdên komkujiyê bi bîr tîne, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên dewleta Tirk  a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Kobanê, meşekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Ereb siyaseta birçîkirinê ku hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  dimeşîne, şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ziyanên artêşa Tirk a dagirker di hundirê xaka Sûriyê ya ku dagir kiriye berdewam dike. Di derbeyên ku artêşa Tirk a dagirker di rojên dawî de dixwe, diyar dibe ku dewleta Tirk şerê pûçkirinê li Sûriyê dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de siyasetên guhertina demografîk zêde kirine. Lêkirina avahiyên mêtîngeriyê didomîne da ku malbatên ji derve lê bi cih bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Hesen Koçer diyar kir ku hêzên cîhanê Tirkiyê bi pêkanîna êrişan li ser herêmên erkdar kirine û armanca sereke ya êrişan parçekirina Sûriyê ye. Her wiha anî ziman ku helwesta PDK'ê li dijî welatparêzî û nirxên mirovahiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Tekildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên dagirkirina herêmê Nûrî Mehmûd, anî ziman ku ger ev êriş wiha berdewam bikin beguman wê hêzên wan jî bêdeng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar, siyasetmedar û pisporên Ereb, der barê xeteriya dewleta Tirk  a li ser welatên Ereb bi taybet li ser Iraq û Sûriyê de hişyarî da û gotin: "Dewleta Tirk sûd ji şerê li Ukrayanayê digire û hewl dide wan her du welatên Ereb dagir dike." Her wiha bang li Kurd û Ereb kir ku li dijî planên Tirkiyê helwesteke hevpar bidin. (BI WÊNE).

ANALÎZ

-Faşîzma AKP-MHP'ê ji roja ku li Dolmabahçeyê maseya muzakereyê qeliband û bi vir ve, ev 8 sal e li dijî Kurdan şerekî qirkirin û tunekirinê dimeşîne. Herî dawî di 17'ê Nîsanê de dest bi êrişeke nû kir û aşkera kir ku di sala 2022'yan de ji bilî polîtîkayên şer tu polîtîkayeke xwe nîn e

KURDISTAN

-Hunermendên Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku bi êrişên qirkirinê yên ku bi hevkariya PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê tên kirin, hewildanên qirkirineke kurdewarî ye û gotin: “PDK`ê alîgiriya dewleta Tirk dike, pêwîste li wijdanê xwe veger e. Em ê bi hunera xwe ji êrişên dagirkeriyê re bibin bersiv.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku gelê Kurd û girtiyên siyasî wê li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li girtîgehan, teslîm nebin û piştgiriya xwe ji bo malbatên girtiyan piştrast kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kombûna Jinan Zenûbya ya Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê li çerxerêya Firûsiyê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku parastina xaka Kurdistanê erka her ferdekî ye û gotin ew amade ne biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê û li kêleka gerîlayên şer bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA