Artêşa Tirk gundên rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî gundewarên Eyn Îsayê berfireh kirin û hemû gundewarên rojhilat û rojavayê navçeyê topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundên rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê topbaran dike
24 nîsan, 2022   20:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî topbaranên li dijî gundên Muelek, Cidêde, Hoşan, Dibis, Xalidiyê û rêya M4 yên rojavayê Eyn Îsayê, arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mişêrfê, Cehbel û Xwaringeha El-Nexîl ên rojhilata Eyn Îsayê topbaran dikin.

Heta vê kêliyê artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê gundên li eniyên şer ên rojavayê Girê spî û gundên Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran dikin.

(fr)

ANHA