Li Qamişlo ciwanan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Qidûrbek a Qamişloyê bi tevlêbûna bi dehan welatiyan meşek li dar xist û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK’ê şermezar kirin.

Li Qamişlo ciwanan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Li Qamişlo ciwanan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Li Qamişlo ciwanan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Li Qamişlo ciwanan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
24 nîsan, 2022   20:34
QAMIŞLO

Meş ji pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ji taxa Qidûrbek dest pê kir, tê de diruşmên "Bijî berxwedan û têkoşîna PKK’ê" û "Bimire îxaneta PDK’ê" berz kirin. Beşdar li taxên herêma Qidorbeh a Qamişloyê geriyan.

Beşdaran alên PKK’ê, alên ciwanên şoreşger, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bijî berxwedana gerîla" û "bimire îxanet" berz kirin.

Meş li gel Çerxerêya Zeytûniyê vegerî mîtîngê, dûvre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hogir Mihemed wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê êrişeke berfireh daye destpêkirin, her wiha em îxaneta PDK’ê şermezar dikin."

Mihemed di dawiyê de wiha got: "Em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Qamişloyê serferberiya gişt ya li dijî qirkirin û îxanetê destek dikin û amade ne li hember dagirkeriyê bisekinin û parastina xaka xwe bikin."

(fr)

ANHA