Şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dawî yên li ser Kobanê xwepêşandan li dar xist

Bi sedan şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê û hedefgirtina erebeyekê li başûrê gundewarê bajêr xwepêşandan li dar xist..

Şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dawî yên li ser Kobanê xwepêşandan li dar xist
Şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dawî yên li ser Kobanê xwepêşandan li dar xist
Şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dawî yên li ser Kobanê xwepêşandan li dar xist
Şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dawî yên li ser Kobanê xwepêşandan li dar xist
24 nîsan, 2022   12:01
KOBANÊ

Beşdaran êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, bi taybet her du êrişên dawî yên li dijî Kobanê û hedefgirtina 3 şervanên YPJ`ê.

Xwepêşandan ji qada Jina Azad dest pê kir û li çerxerêyê Aştiyê "Selam" rawestî û veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî û êrişên dewleta Tirk ên dawî, nexasim ên li dijî jinan şermezar kirin.

Sara Xelîl wiha domand: "Bi navê hemû jinên ji bo jiyaneke bi ewle tê dikoşin û li hember xiyanetê li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û em bang li gel bi taybet li Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî komployên li dijî Kurdan bisekinin."

Sara Xelîl îşaret bi berxwedana gerîla kir û wiha axivî: "Di dema dawî de dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine, lê em bi hêza xwe bawer in û ji komplogerên li dijî Kurdan re dibêjin; hûn ê bi bin kevin û serkeftina para gerîla ye."

Di dawiyê de Sara Xelîl got: “Careke din PDK`ê niyata xwe ya li hember Kurdan eşkere dike û hevdîtina wê ya bi rayedarên Tirk re her tişt zelal kir. Dem hatiye ku em li hember v; komployê bisekinin.”

 (eh)

ANHA