Li Til Koçber merasîma xiyabî ji Hazim Nofel re li dar ket

Li navçeya Til Koçerê bi merasîmekê nasnameya gerîlayê Ereb Hazim Nofel hat eşkerekirin ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Mdeyayê de şehîd bûye.

Li Til Koçber merasîma xiyabî ji Hazim Nofel re li dar ket
24 nîsan, 2022   12:20
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçer tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Hazim Nofel bûn ku li gundê Koz yê navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo li dar ketiye.

Şehîd Hazim Nofel ji pêkhateya Ereb e û 2015`an tev li Hêzên Parastinê Gel (HPG) bûye. Di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de di 18`ê Nîsana 2022`yan de li Avaşînê şehîd bûye.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Zulfa Bedro axivî û got: “Hevgirtina pêkhateyên kurd û ereb di xendekekê de, serkeftina têkoşîna gelên bindest ji bo pêkanîna demokratî û wekheviyê misogre kir. Ev yek bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan pêk hat.”

Her wiha hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçer Newaf Cedan axivî û êrişên hevpar ên PDK û dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku, şermezar kirin û got: "Bi saya şehîdan û hevgirtina gelan em ê bi ser kevin û bi vîna gerîla em ê dagirkeriya Tirk têk bibin."

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(eh)