Hakim Zamlî: Gelê Iraqê binpêkirinên li dijî Iraqê qebûl nake

Cîgirê yekem ê Serokê Parlementoya Iraqê Hakim Zamlî ragihand ku, gelê Iraqê binpêkirinên dewletên cîran li dijî axa Iraqê qebûl nakin.

Hakim Zamlî: Gelê Iraqê binpêkirinên li dijî Iraqê qebûl nake
24 nîsan, 2022   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Parlementoya Iraqê bi amadebûna wezîrê karê derve yê Iraqê Fuad Hisên, ji bo nîqaşkirina êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê civiya.

Der barê civînê de cîgirê yekem ê serokê Parlementoya Iraqê Hakim Zamlî ji ajansa fermî ya Iraqê re axivî û got, “Civîn li ser daxwaza Komisyona Peywendiyên Derve li dar ket û tevahî endamên wê amade bûn.”

Her wiha Zamlî diyar kir ku armanca civînê nîqaşkirina binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê yên li ser xaka Iraqê bû.

Hakim Zamlî destnîşan kir ku gelên Iraqê binpêkirinên berdewam ên welatên cîran li ser xaka xwe qebûl nakin.