​​​​​​​Panorama hefteyê: Çekdarên sûrî dê tev li şerê li Ukraynayê bibin, li Iraqê hêrsa li dijî êrişên Tirkiyê

Li gorî çavdêran, dibe ku Rûsya komeke hêzên Sûrî bişîne Ukraynayê û wan di pêvajoya nû ya tevgerên xwe yên leşkerî de bi kar bîne. Li Iraqê jî gel li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi hêrs e.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Çekdarên sûrî dê tev li şerê li Ukraynayê bibin, li Iraqê hêrsa li dijî êrişên Tirkiyê
24 nîsan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişand ser amadekariyên Rûsya yên şandina komên Sûrî ji bo Ukraynayê, hêrsa gelê Iraqê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, her wiha  rewşa Lubnanê.

ÇEKDARÊN SÛRÎ DÊ TEV LI ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ BIBIN

Girêdayî rojeva Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Endamên Fireqeya Lîwa Suhêl El-Hesen jî tev li bi sedan çekdarên sûrî bûn yên ku li Rûsyayê perwerde dîtin û hate zanîn ku dê li rex hêzên Rûsyayê beşdarî şerê Ukraynayê bibin.

Xuya ye ku tenê hejmareke kêm gihaşiye Rûsyayê da ku di perwerdeyê re derbas bibin. Ruxmî ku rayedarên Kremlînê di destpêka şer de gotibû dê zêdetirî 16 hezar çekdar ji Rojhilata Navîn bi dildarî tev li şer bibin. Lê rayedarên amerîkî yên ku rewşa Sûriyê dişopînin diyar kirin ku heta niha ewqas çekdar tev li şerê li Ukraynayê nebûne.

Serokê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdurehman ragihand ku heta niha 40 hezar çekdar navê xwe di artêşa Rûsyayê de û 18 hezar jî di koma Fangir de navên xwe tomar kirine.

Li gorî Ramî Ebdurehman, di nav de 700 endamên firqeya El-Hesen ku bi navê Nimir tê naskirin di çend hefteyên dawîn de ji Sûriyê derketine da ku li rex hêzên Rûsyayê şer bikin.”

‘DERDORÊN IRAQÊ LI HEMBER ÊRIŞÊN TIRKIYÊ BI HÊRS IN’

Têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Operasyona leşkerî ya nû ya artêşa Tirkiyê li dijî bakurê Iraqê, rastî nerazîbûnên aliyên fermî û civakî yên Iraqê hat. Bexdayê bi rêya balyozê Enqereyê muzakereyeke protestoyî ji Tirkiyê re şand. Serokkomariya Iraqê jî operasyon wek binpêkirina serdestiya Iraqê û ewlehiya wê ya neteweyî bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê sêşemê balyozê Enqereyê yê li Iraqê Alî Riza Guney vexwend û muzakereyeke protestoyî radestî wî kir, tê de bang li Tirkiyê kir ku dev ji tevgerên wiha yên provokatîf û binpêkirinan berde. Wezareta Iraqê her wiha banga vekişandina hemû hêzên Tirkiyê yên li xaka Iraqê kir.

Serokê Tevgera El-Sadir li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Cîranê me Tirkiye bê maf û bê hincet axa me topbaran kir. Heke xetereyek li ser axa me li dijî wê hebe jî, divê bi hikumeta Iraqê re koordîne bike da ku wê xetereyê bi dawî bikin. Hêzên Iraqê dikarin vê yekê bikin.”

ÎNSIYATÎFEKE EREBISTANA SIÛDÎ Û FRANSA JI BO LUBNANÊ

Têkildarî kar û barên Lubnanê jî rojnameya El-Beyan nivîsî: “Ji hilbijartinan re nêzî 3 hefteyan maye. Li Lubnanê însiyatîf û alîkariyên yekser ên ji bo lubnaniyan e tên çaverêkirin, di sêrî de Fona Fînanseyê ya Erebistana Siûdî-Fransa ya ji bo fînansekirina projeyên mirovî, geşepêdan û perwerdehî li Lubnanê bi lêçûna 72 milyon euro. Dibe ku ev lêçûn bigihîne 100 milyonî.

Li gorî agahiyan, serdana balyozê Erebistana Siûdî Welîd El-Buxarî ya Qesra hikumetê, di çarçoveya amadekariyên destpêkirina mekanîzmayên vê însiyatîfê de beriya cejna Remezanê pêk hat.”