Wayil El-Beyatî: Xebata hevpar dikare dawî li planên Tirkiyê bîne

Têkildarî êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Wayik El-Beyat got, baweriya gelên Sûriyê û Iraqê bi çarenûsa wan a hevpar dikare dawî li planên dagirkirinê bîne.

Wayil El-Beyatî: Xebata hevpar dikare dawî li planên Tirkiyê bîne
24 nîsan, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHIYA EL-HEBÎB

Ji 17`ê Nîsanê ve,  artêşa Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê êrişên berfireh li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Serokê hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 15`ê Nîsanê de serdana Tirkiyê kir û li koşka Dolme Behçe ya li Stanbolê bi Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê îstixbaratê wê Hakan Fîdan re civiya.

Zêdetirî 40 baregehên artêşa dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Hin ji wan nuqteyan  nêzî paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê û herêma Soran in. Her wiha baregeheke mezin li Başîqa heye ku 80 km dûrî sînor e û 40 km dikeve bakur rojhilatê Mûsilê.

Hebûna van baregehan nexasim baregeha Başîqa diyar dike ku armancên dewleta Tirk dighêjin kûrahiya xaka Iraqê an ku "Mîsaqa Millî".

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk bi avakirina van baregeh û nuqteyên hewl dide hêdî hêdî dagirkeriya xwe berfireh bike.

Li gorî Mîsaqa Millî, dewleta Tirk hewl dide herêmên ji Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî, beşên ji xaka Sûriyê ji Heleb, Reqa û Hesekê serwer bike.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê mamosteyê qanûna destûrî ku alîkarê zanîngeha El-Mustenseriye ya li Iraqê ye Dr. Wayil El-Beyatî ji ANHA`yê wiha axivî: "Dewleta Tirk dixwaze li Iraqê hebûna xwe di hemû warên aborî, siyasî, civakî û heta leşkerî bibîne."

'MESRÛR BARZANÎ DER BARÊ NIYATA DEWLETA TIRK A ÊRIŞÊ, AGAHDAR BÛ'

El-Beyatî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk û serdana serokê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê bi hev ve girêdayî ne û wiha axivî: "Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya dawî nîşan da û xebatên Tirkiyê wekî destekdayîna ewlehî û istiqrara bakurê Iraqê û hewldanên berfirehkirina qadên tevkariyê yên her du aliyan wesifandibû. Ev jî diyar dike ku Mesrûr Barzanî der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên bakur de hatibû agahdarkirin. Ji ber ku tu daxuyaniyên fermî nedan ku van êrişan teqez bikin an jî red bikin, nemaze ku têkiliyên di navbera hikumeta herêma Başûr û gerîlayên PKK`ê de nebaş in. Ew jî dibe yek ji sedemên ku hikumeta herêma Başûr çavên xwe ji zêdebûna çalakiyên leşkerî yên dewleta Tirk digre û tu helwestên dijber nade."

BÊDENGIYA HIKUMET Û SIYASÎ YA IRAQÊ

Wayil El-Beyatî helwest hikumeta Iraqê ku ji zilamê îstixbaratan Mistefa El-Kazimî  ve tê birêvebirin, rexne kir û ev tişt got: "Mixabin kirinên hikumetê di vê rewşê de xwedî taybetmendiyên girîng û pêwîst in da ku biryarên bi lez bigre. Hikumeta Iraqê her tim bi derengiyeke mezin refleksan nîşan dide. Ev Ev jî bêdengiya hikumetê nîşan dide. Tevî ku demek di ser êrişan re derbas bûye lê hema em bêjin daxuyaniyeke şermezakirinê nehatiye dayîn."

El-Beyatî wiha domand: "Li hemeber binpêkirina serdestiya xaka Iraqê , piraniya hêzên siyasî bêdeng in, ji ber ku naxwazin dijminatiya dewleta Tirk bikin, nemaze li gel danûstandinên derbarê teşeya hikumeta nû ku rola Enqere di derxistina senyaroyê taybet bi avakirin de, yan jî hevkarî û têkiliya bi aktorên herêmî û navneteweyî li qada Iraqê re heye."

'BAWERIYA BI ÇARENÛSA HEVPAR BINGEHA SEKNA LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK E'

Girêdayî derfeta sekna li hember planên dewleta Tirk El-Beyatî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Baweriya gelên herêmên Bakurê Iraqê û Sûriyê bi çarenûsa wan a hevpar bingeha sekna li hember êrişên leşkerî li dijî xaka wan e. Xebata hevpar rêya yekane ya têkbirina planên Tirkiyê ye. Her wiha divê xebat were kirin ku Tirk werin neçarkirin ku erka leşkerî ya hêzên xwe li bakurê Iraqê bi dawî bike.  Derbeyên wê yên leşkerî û îdiyayên wê ku şerê terorê dike hincet in ku hesabên xwe bi dijberên xwe yên siyasî re çareser bike."

(bx)

ANHA