Têkoşîna qada çandî -ŞUKRU GEDÎK

Têkoşîna qada çandî -ŞUKRU GEDÎK
24 nîsan, 2022   03:15

Li ser têgeha çandê gelek pênase hene. Têgîna çandê tê destnîşankirin ku ji 'hilberînê' tê. Hemû nirxên ku ji kombînasyona ked û zanîna mirovan hatine afirandin, vedihewîne. Asta pêşketina civakan nîşan dide. Çand wek keda kollektîf a civakê; mijareke berfireh e ku li ser pozîsyona civakê, rewşa perwerdeyê, asta zanîn û çandî, rêbaza têgihîştin û reftarê, têkiliya civakî, nirxên exlaqî-etîk, nirxên takekesî-civak, têkiliya civak-takekesî, têkilî, afirandin; bi kurtasî hemû tiştên bi jiyanê re têkildar.

Dem û cih di pêşxistina nirxên çandî de bi roleke girîng radibin. Pêdiviyên civakî li gorî dem û cih diguherin. Pêşketina zanist û ragihandinê, teknîk û teknolojiyê bi lezeke pir zêde, bandorê li jiyana civakê dike û vediguherîne. Hema hema ji adetên jiyanê bigire heta hilberînê û heta mezaxtinê, bandorê li civakê dike. Ji cil û berg, xwarin û vexwarin, kevneşopan û heta amûrên hilberînê, ji formeke civakî heta formeke din, bi her nifşekî nû re guherîna demê û guncawbûna cih, xwe nîşan dide. 

Çand hêmana herî bingehîn e ku nasnameya civakê ava dike. Bi nasnameyê xwe dide naskirin. Bi rêya zimanê dayikê xwe îfade dike. Asta pêşvebirina ziman bi paşxaneya çandî re têkildar e. Dewlemendiya çandî jî dibe sedema dewlemendkirina ziman. Ziman, çand û çalakiyên hunerî, nirxên madî-manewî yên civakê îfade dikin. Civak çi qasî ziman-çanda xwe hembêz dikin, diparêzin û pêş dixin, ew qasî hene.

Qada ku desthilat, sîstemên mêtinger, netewedewlet û hegemonyaya kapîtalîst herî zêde bandorê lê dike, qada çandê ye. Rêya herî baş a ferzkirina serweriya xwe, ferzkirina ziman û çanda xwe ye. Civak bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi hişmendî û sîstematîk tên meşandin, tên qirkirin. Dilsoziya bi xak û welat re qels dibe, hestên welatparêziyê kêm dibin û nikarin ji 'koledariya bi dilxwazî' ya serdestan rizgar bibin. Qada ku komkujiya spî lê tê kirin, qada çandê ye. Yên ku li nirxên xwe yên çandî nabin xwedî, di nava dîrokê de bê ser û şûn dibin.

Xebateke ku divê di civakên mêtingehan de ji têkoşînên leşkerî û siyasî zêdetir girîng bê dîtin, bê guman xebatên çandî û hunerî ne. Xebata çandî pir girîng e ku nikare bibe qurbaniya xebateke din. Di civakên şer de, her çi qas çalakiya leşkerî-siyasî pirsgirêka sereke be jî, divê xebatên çandî her tim hebin. Têkoşîna li qada çandî di heman demê de têkoşîna mirovbûnê ye. Her çend parastin esas be jî, lê di şer de xebatên çand û hunerê jî pêwîst in.

Heke pîvanên civakî nemînin, nirxên manewî qels bibin, jiyan bê wate dibe, ev jî tê wê wateyê ku ji hundir ve dejenerasyon heye. Her ku xerabûna çandî dest pê dike, nirxên çandî dibin bê qedir dibin û pê re wateya şeran jî namîne. Heke di şeran serkeftin çêbin jî, divê ji bo mayîndekirina wan nirxên çandî hebin.   

Esasê jiyanê çand e. Heta ku jiyan hebe, çand wê her hebe. Temsîliyeta çandê divê ji aliyê hemû ferdên civakê ve bê kirin. Têkoşîna li dijî bandorên çandî yên derve, bi qasî têkoşîna leşkerî pêwîst e. Şerên leşkerî dikarin rawestin lê têkoşîna çandî tu carî raneweste û divê were domandin.

Heke fikra li ser xebatên çandî şaş be, qedrê ku heq dike nedinê, heke pêdiviyên ji bo pêşketina wê neyên afirandin, civak di vî warî de aktîf û hesas nebe û neyê perwerdekirin, dê civak ji nav biçe. Wateya wê ew e ku mirov li ber şerê serdestiya manewî bê parastin dimîne ku jê re qora pêncemîn jî tê gotin. Ji ber vê yekê divê wek erkeke bingehîn were dîtin ku qada çandî her tim zindî bê hiştin, cîhana raman û hestan dewlemend bikin, her cure şaxên hunerê zindî bihêlin û veguhêzin pêşerojê.

Ji bo Kurdan wateya çandê gelekî mezintir e. Ji ber ku Kurd hebûna xwe bi ziman û çandê îsbat dikin. Heke dîrokê ji paşerojê heta roja îro li dijî ferzkirina înkar û tunekirinê li ber xwe dabe, bi çanda xwe ya kevnar ev yek kiriye. Heke Kurdan li hemberî zilm û zordarî, qirkirin û komkujiyan li ber xwe dabe û hîn jî dijîn, ev yek ji ber çanda wan a tewrande ye.

Tevgera azadiyê ya Kurdan bi dîroka têkoşîna 50 salan re çandeke şoreşgerî afirandiye. Yekitiya gelan li dora ramana neteweyî ava kiriye, biryardariya têkoşînê bi pêş xistiye û berxwedan kiriye çandek. Heke îro qala destkeftiyên şoreşê tê kirin, bi saya çanda şoreşgerî hatine qezenckirin.

Tevgera Azadiyê bi paradîgmaya xwe ya nû niha ber bi deryayên berfirehtir ve bi rê dikeve. Li dijî pergala ramanê ya lîberal a sîstema kapîtalîst û bandorên wê yên ku civakê ji hev cihê dikin, derewa 'azadiya takekesî' dikin û jiyanê pûç dikin, li ber xwe dide. Paradîgmaya serok Apo di asta gerdûnî de rê li ber şiyarbûneke nû vedike. Me ev ruhê şiyarbûn û hevgirtinê di şoreşa Rojava de û bi taybetî di berxwedana Kobanê de dît û tecrube kir. Ev jî zayîna çandeke nû vedibêje.

Rêberê gelê Kurd li dora demokrasiya global pêşengiyê ji hevgirtin û avabûneke civakî ya nû re dike. Li gelek erdnîgariyên cîhanê bandorê li mirovan dike, wan digihîne hev û li têkoşîna hevpar zêde dike. Wekî din, bi qasî bûyîna çandeke gerdûnî ya nû, ma çi dikare mirov kelecanî bike?  Weke gel divê em bi kûrahî hay ji vê hebin, xwe berpirs bibînin û xwedî lê derkevin.