Li Vîyanayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên li paytexta Awisturyê Viyanayê û dostên wan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşandanek li dar xist.

Li Vîyanayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
23 nîsan, 2022   17:56
VIYANA

Kurdistaniyên li paytexta Awisturyê Viyanayê û dostên wan, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahî Kurdistanê çalakiyek li pêşiya balyozxaneya Tirkiyê li dar xist.

Xwepêşandan ji kolana Kals Pluse a li Vîyanayê dest pê kir û ber bi balyozxaneya Tirkiyê ve çû. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê hatin berzkirin.

Di xwepêşandanê de axaftin hatin kirin û êrişên artêşa Tirk hatin şermezarkirin, her wiha hate teqezkirin ku gelê Kurd û dostên wî dê bi gerîlayan re bisekinin.

(bx)

ANHA