PYD'ê cejna Paskalayê li Xiristiynan pîroz kir

(PYD) cejna Paskalayê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn, aşîtî û aramiyê ji bo tevahî Sûriyê bi xwe re bîne.

PYD'ê cejna Paskalayê li Xiristiynan pîroz kir
23 nîsan, 2022   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejna Paskalayê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Peyama PYD'ê wiha ye:

" Sibe roja Yekşemê cejna Paskalayê ye, ev cejn her dem bi xwe re peyamên biratî, hezkirin, aştî û serkeftina li dijî zilmê bi xwe re tîne.

Di şexsê hezretê Mesîh de Paskala bi xwe re wateyên baweriya kûr û fedekariyê ji bo mirovahiyê  û rizgarkirina ji êş û zilmê tîne."

Em Meclisa Giştî ya PYD'ê cejna Paskalayê li tevahî Xiristiyanên cîhanê bi taybet xiristiyanên Sûriyê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku aştî û aramî li Sûriyê pêk bê, koçber vegerin bajarên xwe. Biratiya gelan di navbera pêkhateyên Sûriyê de bi hêztir bibe û dawî li şer û dagirkeriyê li welatê me bê."

(şt)

ANHA