Berxwedana du hevjînên Ermen: Kurteya jiyana wan her komkujî bû

Kurteya jiyana wan her komkujî bû ku bi 3 komkujiyan re rû bi rû mane. Niha jî li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bi biryardariyeke mezin li gundê xwe de dimînin û xwe di dêrê de diparêzin.

Berxwedana du hevjînên Ermen: Kurteya jiyana wan her komkujî bû
24 nîsan, 2022   00:47
HESEKÊ - CÎHAN BÎLGÎN

Bi hezaran salan e li dijî gelan komkujiyên mezin pêk tên. Di sedsala 21`emîn de, bi taybet gelê Kurd, Ermen, Suryan û Ereb bi komkujiyan re rû bi rû mane. Ew gelên ku ji komkujiyê filitîne, li dijî dijminên gelan bi hev re tê dikoşin. Mînakeke wê li gundê Til Cûma yê navçeya Til Temir e ku her rastî êrişên topbarana dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê tê. Bi baweriya `ger em destê hev negirin ka dê kî were bi destê me bigire` daristanek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye çêkirin.

Her du hevjînên Ermen li gundê Til Cûma tevî hemû êrişên hovane jî ji mala xwe derneketine û bi biryar in ku berxwedana xwe bidomînin. Di ser wan re 3 komkujî derbas bûne; Simêl, DAIŞ û dewleta Tirk. Li dijî hovîtiya neteweperestan di ferhenga her du hevjînan de tenê têkoşîn û tolhildan heye.

Di serî de ji Xoşaba Îbrahîm dibêje “Temenê me hemû bi komkujiyan re derbas bû.” Paşê jî dest bi vegotina merheleyên komkujiyan dike.”

SALEKÊ PIŞTÎ KOMKUJIYA SIMÊLÊ HAT DINÊ

Xoşaba Îbrahîm ku salekê piştî komkujiya Sîmelê hatiye dine, têkildarî komkujiyê dibêje: “Me bi xwe komkujiya Simêlê nedît, lê me pir xizmên xwe tê de winda kirine. Ev komkujî di sala 1933`yan de bi serê gelê Ermen de hat, salekê beriya jidayikbûna min. Wê demê em li Iraqê dijiyan. Malbatên me her tim ji me re behsa detayên biêş ên wan rojan dikir. Bi rastî bêbextiyeke dîrokî li gelê me yê Ermen, Aşûr û Keldan hate kirin, xwestin civaka me ji kokê de qir bikin.”

JIYANEKE NÛ AFIRANDIN

Xoşaba Îbrahîm tîne ziman ku piştî komkujiyê di sala 1936`an de tevî gelê Aşûr koçî Sûriyê bûn, tenê 33 gund mabûn, wekî din hemû mirovên wan di komkujiyê de hatine qetilkirin. Dema koçî Sûriye bûne, di konan de jiyane, ji ber ku tu cih û warên me tune bûne. Ruxmî wê jî dibêje bi gelê li vir re me jiyaneke nû ji xwe re afirand. 

Malbata Îbrahîm, li Sûriyê jî wekî pêkhateyên li herêmê ji komkujiyan xilas nebû. Di sala 2015`an de rastî êrişên DAIŞ hatin. Li ser wê pêvajoya êrişên DAIŞ’ê Îbrahîm dibêje: “Komkujiya ku dewleta Tirk di Sîmêlê de bi serê me de anî, di sala 2015`an de DAIŞ`ê dubare kir. Hemû nirxên me yên pîroz destdirêjî lê hate kirin, dêrên me hilweşandin, mirovên me revandin û qetil kirin.”

HEMAN SENARYO Û HEMAN NETEWEPERESTΠ

Niha jî heman hovîtiyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tînin serê wan. Der barê van êrişan de Îbrahîm dibêjê: “Dixwazin em bi koçberiyeke din re rû bi rû bimînin. Tenê niha em 10 mal di vî gundî de mane û rojane em rastî topbarana dewleta Tirk tên. Tevî wê jî em ji gundê xwe dernakevin û dê dawiya jiyana me jî li vir be.”

Îbrahîm dibêje bi qasî 5 hezar donim erdê wan ketiye bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê. Tenê 180 donim erdê wan maye me ku îsal çandine. Lê ji ber zuhabûna ava çemê Xabûr nikarin erdê xwe av bidin.

`DI DEMA ÊRIŞAN DE EM XWE DI DÊRÊ DE DIPARÊZIN`

Êlişwa Şabo jî ku 80 salî ye, anî ziman ku di topbaranê de xwe di dêrê de diparêzin û got: “Jiyana me li gund ne normal derbas dibe, tirsa ji topbaranê heye. Tenê niha em di pîrozbahiyan de diçin dêrên xwe, wekî din her der ji aliyê dewleta Tirk ve tê topbarankirin. Rast e metirsî heye, lê em jiyana xwe didomînin. Tu kes di gund de nemaye, zarokên me jî ne li vir in, tenê em kesên mayî hejmareke kêm in. Di dema topbaranê de jî em di dêrê de xwe diparêzin. Bi rastî jî jiyan di gundê me de pir zehmet bûye, lê ji bilî berxwedanê çare tune ye.”

ANHA