Li gundekî Colemêrgê şerekî dijwar rû dide

Hat diyarkirin ku li herêma Marînosê şerekî dijwar di navbera gerîlayên azadiyê û artêşa Tirk de diqewime. Her wiha gundê Marînosê jî hatiye dorpêçkirin.

Li gundekî Colemêrgê şerekî dijwar rû dide
23 nîsan, 2022   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Mezopotamyayê, şerê ku duh êvarî li Çiyayê Stûnê û Çiyayê Seddanê yên li derdora gundê Marînosê yê Colemêrgê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de rû dabû, didome.

Tê gotin, gelek ambulans sewqî herêmê hatine kirin.

Leşkerên ku gundê Marînosê dorpêç kirine jî nahêlin kes ji gund derkeve û kes biçe gund.