Sersaxî ji malbata şehîd Îsa El-Xalid re hate xwestin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê merasîma sersaxiyê ya endamê Gerînendetiya Gumrukê ya Herêma Cizîr Îsa El-Xalid li dar xist ku di 20`ê Nîsanê de li Qamişlo şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata şehîd Îsa El-Xalid re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Îsa El-Xalid re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Îsa El-Xalid re hate xwestin
23 nîsan, 2022   13:27
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, saziyên sivîl, partî û Rêveberiya Gumrukê ya Herêma Cizîrê tev li merasîma sersaxiyê bûn û sersaxî dan malbata şehîd Îsa El-Xalid.

/ar/uploads/files/2022/04/23/122441_nsryn-bashw.webp

Di merasîma sersaxiyê de, endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nesrîn Paşo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got : “Em bi saya fedakariyên şehîdan bi rûmet dijîn. Em soz didin wan ku her tim şopdarên wan bin û heta pêkanîna azadiyê û jiyana aştiyane li ber xwe bidin.”

/ar/uploads/files/2022/04/23/122334_jwan-aysw-.webp

Bi navê Rêveberiya Gumrukê ya Herêma Cizîrê Ciwan Îso axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehadeta Îsa berdewama berxwedana domdar a şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye heta ku armancên me pêk bên.”

Îso wiha berdewam kir: “Ruxmî hemû hewldanên têkbirina tecrubeya Rêveberiya Xweser, zehmetiyan û êrişên terorîst, lê ev tecrube bi ser ket û di pratîkê de ket meriyetê. Piştra saz û deste hatin avakirin ku xizmeta gel dikin. ”

Îso diyar kir ku gelên herêmê tevî hemû êrişan û ji bo têkbirina hemû komployan dê li ber xwe bidin.

Di dawiyê de Îso soza şopandina rêya şehîdan da.

Dûre hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî axivî û destnîşan kir ku şehîdên mîna Îsa û gerîla şehîdên rûmetê ne. PKK`ê rûmeta gelê Kurd e.

Îsa El-Xalid endamê Gerînendetiya Gumrukê ya Herêma Cizîrê bû û di 20`ê Nîsanê de li Qamişlo şehîd bûbû.

(şx)

ANHA