Li kampa Holê êrişa çekdarî: Penaberekî iraqî birîndar bû

Li kampa Holê di êrişeke çekdarî de ciwanekî iraqî birîndar bû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn dane destpêkirin.

Li kampa Holê êrişa çekdarî: Penaberekî iraqî birîndar bû
23 nîsan, 2022   13:39
HESEKÊ

Li beşa yekemîn a kampa Holê ya kantona Hesekê du kesên ku rûyê xwe girtibûn, gule avêtin ciwanekî iraqî û wî birîndar kir. Birîndar rakirin navendeke tenduristiyê yên li kampê. Rewşa ciwanê birîndar giran e.

Çavkaniyekî ewlehiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, ciwanê hatiye qetilkirin, navê wî Ramî Mihdî ye û ji Iraqê ye. Çavkanî diyar kir ku hêzên wan lêpirsîn dane destpêkirin û anî ziman ku dibe, jinên DAIŞ'î yên li kampê li pey vê êrişê bin.

Li gorî hêzên ewlekariya kampê, ji destpêka 2022'an ve 13 sûc  li kampê hatine kirin û10 kes hatin kuştin.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku hêzên ewlekariya roja Pêncşema borî, jineke kuştî bi navê Wela Hemamê li beşê 4'an ê kampê dît. Beriya wê roja Sêşemê jî cenazeyê du jinan ku bi guleyan hatibûn kuştin, li heman beşê hate dîtin. Di heman rojê de cenazeyê jina ji Iraqê bi navê Sûriya Iweyîd li beşê 1'emîn hate dîtin.

Sala borî jî li kampê 126 sûcên qetilkirinê rûdane, 41 hewldanên kuştin, 13 bûyerên şewitandina kampan.

ANHA