Êrişên dewleta Tirk li Minbicê hatin şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi meşekê li Minbicê hatin şermezarkirin.

Êrişên dewleta Tirk li Minbicê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk li Minbicê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk li Minbicê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk li Minbicê hatin şermezarkirin
23 nîsan, 2022   13:14
MINBIC

Li ser banga Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê, bi sedan şêniyê bajarê Minbicê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.      

Meş li pêşiya çerxerêya Mîzan a li navenda bajêr dest pê kir û ber bi çerxerêya El- Masab ve ketin rê. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi rihê berxwedana gelên azad em ê dagirkerî û xayînan têk bibin" û "Bi rihê gerîla em ê faşîzma Tirk têk bibin" hatin vekirin.               

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo û got: "Di van rojan de dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dike, şêniyên Minbicê bi hemû pêkhate û rêveberiyên xwe ve nerazîbûna xwe li hemberî van binpêkirinan nîşan dan."          

Mihemed Xêr Şêxo di berdewamya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ya Minbicê û bi armanca şikandina îradeya gelê Minbicê, gundewarên bakurê bajarê Minbicê topbaran dike. Pirs ew e: Gelo wê hedefgirtina sivîlan ewlehiya wê ya neteweyî biparêze?"

Şêxo îşaret pê kir ku dewleta Tirk îdia dike ku dewleteke îslamî ye û di meha Remezanê de Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran dike û wiha got: " Gelo pîroziya meha Remezanê li ku ye? Roja Înê jî bi roketan bajarê Kobanê kir hedef, lê em wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta me diyar e, çek biryara me ye, em ê bi yekitiya xwe li ber xwe bidin."

Çalakî bi biduşmeyên silavkirina berxwedana gel û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

(dx)

ANHA