Ji HRE`yê çalakiyên bi bandor: hejmareke dagirker hatin kuştin û birîndar bûn

HRE`yê li bajarokên Marê û Babê yên li bakurê Helebê û di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di çalakiyên HRE`yê de 10 polîsên taybet (POH) yên Tirk û çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin û hejmareke din birîndar bû.

Ji HRE`yê çalakiyên bi bandor: hejmareke dagirker hatin kuştin û birîndar bûn
23 nîsan, 2022   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de, hêzên wan li bajarokên Marê û Babê yên dagirkirî çalakiyên taybet li dar xistine.

HRE`yê têkildarî çalakiyan ev agahî parve kirin:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li hember heremê bênavber berdewam dike. Di wan êrişan de bi taybetî gelê me tê hedefgirtin. Li hember wan êrişên artêşa dagirker, hêzên me li Marê û Babê çalakiyên bi bandor yên bersivdayînê li dar xistin.

Roja 22ê Nîsanê, li bajarokê Marê ji aliyê hêzên me ve çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de seyareya zirxî ya cureya kirpi hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 10 polîsên taybet (PÖH) hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Her wiha seyareya zirxî hat rûxandin.

Heman rojê, li Babê jî çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek girêdayî artêşa Tirk hat kuştin. Her wiha seyareyek cureya jîp hat rûxandin.”

(cx)