Li bajarokê Tadif di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer rû da

Di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve û hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê ji aliyekî din ve, li eniyên şer ên li bajarokê Tadif yê rojhilatê Helebê şer rû da.

Li bajarokê Tadif di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer rû da
23 nîsan, 2022   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve û hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgigirên wê ji aliyekî din ve, li eniyên şer ên bajarokê Tadif yên gundewarê rojhilatê Helebê şer rû da. Der barê windahiyên canî de tu agahî nehatin bidestxistin

(dx)