​​​​​​​Li asîmanê Kobanê tevgera balafirên Tirkiyê heye

Di van kêliyan de li asîmanê bajarê Kobanê tevgera balafirên bê mirov ên Tirkiyê heye.

​​​​​​​Li asîmanê Kobanê tevgera balafirên Tirkiyê heye
22 nîsan, 2022   12:04
KOBANÊ

Nûçegihanên me ragihandin ku di van kêliyan de balafirên bê mirov ên bi çek li asîmanê bajarê Kobanê digerin.

Beriya çend saetan bajar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû tobparankirin û di encamê de 2 welatî birîndar bûbûn û ziyanên madî çêbûbûn.

(cx)

ANHA