Ji ber keda wan 5 rojnamevanên jin ên Kurd hatin xelatkirin

Bi boneya Roja Rojnamgeriya Kurdî 5 rojnamevanên jin ên Kurd ên ji Sûriyê ji aliyê Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê ve hatin xelatkirin.

Ji ber keda wan 5 rojnamevanên jin ên Kurd hatin xelatkirin
Ji ber keda wan 5 rojnamevanên jin ên Kurd hatin xelatkirin
Ji ber keda wan 5 rojnamevanên jin ên Kurd hatin xelatkirin
22 nîsan, 2022   12:34
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 124`an a Roja Rojnamegeriya Kurdî ku 22`ê Nîsana 1898`an li paytexta Qahîra bi rojnameya "Kurdistan" dest pê kir, rojnamevan Sînem Bedirxan, Ronahî Hesen, Newroz Reşo û Şêra Osê, her wiha şehîd Dilîşan Îbiş) ji ber keda wan di derxistina rastiya Şoerşa 19`ê Tîrmehê de, hatin xelatkirin.

Nûçegihana Ajansa Nûçeya a Hawar (ANHA) Dilîşan Îbiş Cotmeha 2017`an di operasyona QSD`ê ya rizgarkirina bajêrê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê de, şehîd bûbû.

Şahî li bajarê Qamişlo hate lidarxistin û rojnamevên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hevserokên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Yûsif û Bangîn Sîdo û endamên Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê beşdar bûn.

Her 5 rojnamevan ji aliyê Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê ve hatin xelatkirin.

 (eh)

ANHA