Rojnews: Li baregeha dewleta Tirk li Şêladizê 2 teqîn pêk hatine

Dengê 2 teqînên mezin li baregeha dewleta Tirk a dagirker ya nêzî navçeya Şêladizê hat bihîstin.

Rojnews: Li baregeha dewleta Tirk li Şêladizê 2 teqîn pêk hatine
22 nîsan, 2022   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên xwe bi dest xistine, îro dengê du teqînên mezin li baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li komelgeha Sîrê ya nêzî Şêladiz ya ser bi Dihoka Başûrê Kurdistanê pêk hatine.

Heman çavkaniyan ragihand ku gerîlayên azadiya Kurdistanê çalakiyê dijî baregeha dewleta Tirk pêka nîne.

Heya niha HPG’ê derbarê bûyerê de ti agahî parve nekiriye.