Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî li Hesekê panelek hat lidarxistin

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê bi boneya salvegera 124`an a Roja Rojnamegeriya Kurdî li bajarê Hesekê panelek li dar xist.

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî li Hesekê panelek hat lidarxistin
22 nîsan, 2022   11:35
HESEKÊ

Panel li Parka Xwendinê yê taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê hat lidarxistin û endamên partiyên siyasî, wêjevan, helbestvan û rojnamevan tev lê bûn.

Di panelê de sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa wiha axivî: "Mixabin heta niha me nikarî li gorî tê xwestin dostan qezenc bikin."

Mûsa diyar kir ku bi dehan ciwanan herêmên xwe ji teror û dagirkeran parastin û niha bi dehan komên ku bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker, neteweya kurd dikin armanc hene.

Mûsa destnîşan kir ku ji bo parastina maf û destkeftiyên Kurdan, her wiha da ku civata navneteweyî doza Kurdan nas bike, divê ew piştgiriya hev bikin û dûrî berjewendiyên partiyetî û kesayetî li ser maseya diyalogê bicivin.

Li aliyekî din jî bi navê Partiya Çep Ezîz Ehmed axivî û behsa rewşa rojnamegeriya kurdî kir û wiha got: "Rojnamegeriya kurdî bi rewşa gelê Kurd, hestê neteweyî û derketina tevgera rizgariya nîştimanî ve girêdayî ye.”

Di dawiya panelê de beşdaran li ser rewşa rojnamegeriya kurdî û pêşketin û yekkirina wê nîqaş kir.

 (eh)

ANHA