Ji bo duşemê hevdîtinê bikin, malbatên girtiyên Îmraliyê serlêdan kir

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo duşemê hevdîtinê bikin, malbatên girtiyên Îmraliyê serlêdan kir
22 nîsan, 2022   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo ku di roja duşemê de hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 

Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê jî dan.