​​​​​​​Rojnameyên erebî: Berjewendiyên Rûsya-Îsraîlê bi nêzîkbûna Îsraîl ji Ukrayna re bandor nabin

Rojnameyên erebî yên vê sibê behsa berjewendiyên Îsraîl-Rûsyayê yên li Sûriyê, rewşa Lîbya û Tunisê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Berjewendiyên Rûsya-Îsraîlê bi nêzîkbûna Îsraîl ji Ukrayna re bandor nabin
22 nîsan, 2022   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎL BAWER E KU RÛSYA DÊ LI PÊŞ ÊRIŞÊN WÊ YÊN LI SÛRIYÊ NEBE ASTENG’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê nivîsand: "Ruxmî ku Moskov der barê siyaseta Îsraîlê li Ukraynayê de nerazîbûna xwe nîşan da jî, lê belê çavkaniyên ji Til Evîvê diyar kir ku sarbûneke demkî heye û divê were çareserkirin, lê berjewendiyên hevbeş ên her du welatan xurt in û ev yek têrê dike ku têkiliyên wan wekî berê baş bibin.

Çavkaniyan diyar kir ku Rûsya li hemberî hemû helwestên neyînî yên li dijî wê, di şerê li Ukraynayê de nerazîbûnên xwe nîşan dide, lê hesabên wê berfireh in û berjewendiyên hevbeş ên bi Îsraîlê re di ber çavan re derbas dike û îşaret pê kir ku îhtîmal nîn e ku di têkiliyên Rûsya û Til Evîvê de guhertin pêk werin.

Aliyên siyasî yên Til Evîvê jî diyar kir ku ev helwestên Rûsyayê destpêka xerabkirina têkiliyên her du welatan e. Lê belê aliyên ewlehiyê got Rûsya ji ber şerê li Ukraynayê de di nava streseke mezin de ye û li hember helwestên ku naecibîne zêde hesaban dike, lê belê dîsa jî têkiliyên bi Îsraîlê re xirab nake. Hevkariya ewlekariyê ya di navbera wê û Îsraîlê de li Sûriyê ya li ser berjewendiyên hevbeş, diparêze. Her wiha berjewendiyên hevbeş têkildarî sînordarkirina Îranê li Sûriyê jî hene. Her du alî jî naxwazin têkiliyên xwe xirab bikin.”

‘BAŞAXA JI SEBHAYÊ DEST BI KAR KIR’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Aliyên siyasî yên Lîbyayê lidarxistina yekem civîna wezaretê ya hikumetê ji aliyê serokê hikumeta istîqrarê Fethî Başaxa li bajarê Sebha, wekî ragihandina neyekser a têkçûnê bi nav kirin. Ev yek tê wateya ku hikumeta hatî avakirin mirî ye.

Aliyan her wiha destnîşan kir ku ev gav îsbat dikin ku Başaxa û hevalbendên wî bawer dikin ku dê ketina Terablusê di dema nêz de zehmet be, her wiha hewldanên binketina wî ya kişandina milîs û komên çekdar ên li rojavayê Terablusê bi aliyê xwe ve, bi bin ketin.

Ketina paytextê tê wateya kontrolkirina saziyên welat, bi taybet Banka Navendî û saziya petrolê." 

‘SEROKÊ TÛNİSÊ BIRYARA GUHARTINA DESTEYA HILBIJARTINAN ERÊ KIR’

Der barê kar û barên Tunisê de jî rojnameya El-Beyan nivîsî: "Serokatiya Tunisê duh guhartina qanûna desteya bilind a serbixwe ya hilbijartinan ragihand da ku referandumeke gel û hilbijartinên parlamentoyê ku tê payîn dawiya salê be, li dar bixe.

Serokatiyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku serok Qeys Seîd li ser biryara guhartina hin bendên qanûna bingehîn desteya hilbijartinan a 2012`an erê kiriye û tê payîn ku di demeke din de hûrgiliyên wê werin parvekirin.

Seîd beriya niha niyeta xwe ya guhartina forma desteya hilbijartinan ragihandibû.”

(eh)